KCDK-E’yê ji bo Til Xelefê banga çalakiyan kir
KCDK-E’yê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên Til Xelefê bang li Kurd û dostên wan ên Ewropayê kir ku dakevin qadan.
KCDK-E’yê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên Til Xelefê bang li Kurd û dostên wan ên Ewropayê kir ku dakevin qadan.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ya ku daxuyaniyek nivîskî da ev got: “Xelkên bajarokê Til Xelef ên li dijî êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê daketin qadan artêşa Tirk êrîşî wan kir û gelek sivîl qetil kir.
Artêşa Tirk li dijî gundên Til Xelef û bi taybet welatiyên li ser rêya M4 a li xeta Eyn Îsa li ber xwe didin êrîşên xwe giran kiriye.
Artêşa Tirk a qirker û dagirker a bi balafirên keşfê yên bê mirov û biçek, dîsa çekên giran êrîşî gundên Qasimiyê, Erîşa, Dawûdiyê yên Til Temir ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê daketin qadan kirin, gelek sivîl qetil kir. Birîndarên rewşa wan giran rakirin nexweşxaneyên Hesekê.
Em KCDK-E li dijî êrîşên qirker û qetlîamên dewleta Tirk bang dikin li her cihê lê ne rabin ser xwe û protesto bikin."