Li Stockholmê çalakiya ji bo astengkirina tûrîzma Tirk

Li paytexta Swêd Stockholmê Kurd tevî dostên xwe li pêşiya şîrketeke tûrîzmê ya ku biletên ger û geştê yên ji bo Tirkiyeyê difiroşe, li hev kom bûn û çalakiya astengkirinê pêk anîn.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina şîrketa tûrîzmê ya ku rezervasyonê ji bo ger û geşta li Tirkiyeyê dike, çalakiyeke astengkirinê hate kirin.

Çalakger saet di navbera 16:00 û 18:00 de li hev kom bûn û pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk bombeyan li sivîlan dibarîne" û "Tirkiyeyê boykot bike" hildan. Di pankartê de wêneyên zarokên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hebûn.

Çalakgeran her wiha ji mirovên li derdorê re qala sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk kirin.

Çalakgeran bang li şîrketa tûrîzmê kirin ku biletan nefiroşin Rêyên Hewayî yên Tirk û ji bo Tirkiyeyê rezervasyonê neke.