Li Gavleyê şehîdê Rojava Şêrko Reşo hate bîranîn

Şêrko Reşo ku di 3'ê Mijdarê de li Til Hemîsê ji ber êrişa çeteyên artêşa Tirk a dagirker şehîd bû li bajarê Gavle yê Swêdê hate bîranîn.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gavleyê pêk hat û destpêkê siyasetmedar Arjîn Rojava axivî.

Rojava bîranînên xwe yên bi Reşo re, bi beşdaran re parve kir û anî ziman ku Reşo bi dilnizmî û fedakariya xwe bandoreke gelekî erênî li hevrêyên xwe yên bi hev re dixebitî dikir.

Bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan Wecdîn Batte anî ziman ku wî şehîd nas dikir û ji ber vê yekê tevlîbûna li bîranînê ji bo wî gelekî giran e. Batte got, "Kurd bi şehîdan bi ser dikevin. Yekane rêya serketinê xwedîderketina li bîranîna şehîdane."

Di civînê de sînevîzyonek der barê jiyana şehîd de hate nîşandan. Ji malbata şehîd Omer reşo axivî û got, "Şêrko qet li xwe nedifikirî, her tim li gelê xwe difikirî, ji bo gel dixebitî û bi vî rengî canê xwe feda kir. Ew ne tenê şehîdê me ye, ew şehîdê gelê Kurd e. Bila serê gelê Kurd sax be."