Di derbarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê de lêpirsîn hatin destpêkirin
Di derbarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan ji ber axaftinên wan ên di 3’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê ya li Stenbolê kiribûn de, lêpirsîn hate destpêkirin.
Di derbarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan ji ber axaftinên wan ên di 3’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê ya li Stenbolê kiribûn de, lêpirsîn hate destpêkirin.
Di derbarê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan ji ber axaftinên wan ên di 3’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê ya li Stenbolê ku 3’yê Mijdarê hatibû lidarxistin de kiribûn, lbi îdîaya ‘propagandakirina rêxistinê’ lêpirsîn hate destpêkirin.
Dosyaya têkildarî Bûldan û Temelî ya di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin, radestî Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hate kirin.
Temelî yê nerazîbûn nîşan da got: “Ji bo kiryarên xwe yên li ser hejaran dikin binixûmînin êrîşî HDP’ê dikin. Em ê bi berdewam bibin dengê heqîqetê. Her gava em devê xwe vedikin lêpirsînekê didin destpêkirin. Lê daraz ji nuqteya ku bi fermanan xebatê bike derbas jî kiriye. Hema bêje li kû rexen li desthilat û polîtîkaya wê bikin lêpirsîn tê destpêkirin. Ev lêpirsîn gefeke ji bo bêdengkirina me ye. Li holê tişteke ku bibe mijara darazê nîne. Tevî her tiştî em ê bi domdarî bibin dengê heqîqetê.”
Her wiha di çarçoveya lêpirsînê de 8 kes hatine destgîrkirin û 1 jî lê tê gerîn.