ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji ber liv û tevgera DAÎŞ’ê ya li taxên Kerkûkê lêgerîn hate kirin
Hêzên ewlekariya bajarê Kerkûkê ji ber liv û tevgera DAÎŞ’ê ya li bajêr pêngava lêgerîn û lêkolînê dan destpêkirin. -
AvEG-Kon: Li Mexmûrê sucê mirovahiyê tê pêkanîn
AvEG-Kon, balkişand êrîşa li ser Mexmûrê û got; “Cîhan bi pandemiyê ve mijûle, dewleta Tirk li dijî Gelê Kurd sûcê mirovahiyê pêk tîne.” -
Hikûmeta Iraqê dewleta Tirk şermezar kir
Wezareta Karê Derve ya Iraqê êrîşa dewleta Tirk a li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê bi tundî şermezar kir. -
ANYAKAY-DER: Ev hovîtî di hiqûqa dijminahiyê de jî tine!
ANYAKAY-DER destnîşan kir ku şandina cenazeyê şehîd Egîd Îpek ê bi rêya karkoyê ji bo malbatê di diqûqa dijminahiyê de jî tişekî wiha tine. -
Iraq ji ber binpêkirina serweriya welêt sefîrê Tirk vexwende Bexdayê
Wezîrê Kar û Barên Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm sefîrê Tirkiyê vexwende Bexdayê da ku derbarê êrîşa ku li ser Wargeha Mexmûrê hatî kirin de hesab bide. -
'Dinya li dijî korona ye, AKP-MHP li dijî Kurdan e'
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, bi komkujiya li Mexmûrê re dewleta Tirk di vê dema pandemiyê de dijminatiya xwe ya li Kurdan dewam kiriye. -
Kurdên li Rûsyayê ambargo û êrîş şermezar kirin
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê nerazîbûn nîşanî ambargo û êrîşa li ser Mexmûrê dan û banga yekîtiyê li gel kirin. -
'Bila Hikûmeta Kurdistanê Tirkî ji Iraqê derxîne'
Endamê parlamentoya Iraqê Kawa Mihemed bi daxuyaniyekê îşaret bi binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê kir û daxwaz ji Serokkomarê Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku tevahiya hêzên dewleta Tirk ji xaka Iraqê bên derxistin. -
Di nava lepên şewbê de hiştin
Girtiyê siyasî Zafer Saglam ê li Girtîgeha Hejmara 5'an a Sîlîvriyê ye, bi gumana vîrûsa koronayê 11 roj in di hucreya yek kesî de ye. Bavê wî Emîrhan Saglam got, "Zarokên me di nava lepên şewbê de hiştin." -
ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Şandeya Leşkerî ya Iraqê li ser êrîşa Mexmûrê daxuyaniyek da
Şandeya Leşkerî ya Iraqî derbarê lêkolînên li ser cihê bûyerê ya ku balafirên keşfê yên bê mirov ên bi çek (SÎHA) ê dewleta Tirk a dagirker bombe kir û di encamê de 3 sivîl şehîd bûn kiribû, daxuyaniyek da. -
Li Bonnê êrîşî Navenda Çanda Kurd kirin
Li bajarê Bonna Elmanyayê doh şev li dijî Navenda Çanda Kurd êrîşek pêk hat. -
HDP’ê bal kişand ser rewşa girtiyan
Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari Orûç bal kişand ser zextên li ser girtiyên li girtîgehên Kayserî, Tarsûs, Kurkçuler û Entalyayê. -
Rêveberiya Trablûsê wê bi bi Heftar re nema bide û bistîne!
Hikûmeta Trablûsê ya Libyayê ya bi desteka Enqerê got ew ê nema bi Helîfe Heftar re bidin û bistînin, ku Heftar rojhilatê welêt kontrol dike. -
HDP: Li dijî yasaya mirinê em bêdeng namînin
HDP li dijî yasaya desthilata AKP-MHP'ê ku girtî bi hêviya mirinê ve giştin hewlesteke tund nîşan da û got, ''Ev yasa darvekirina yên din e''. -
Girtiyê bi nexweşiya giran Kaya hîn jî di servîsa awarte de ye
Girtiyê bi nexweşiya giran Sabrî Kaya 5 roj in di servîsa awarte ya nexweşxaneyê de ye. -
Derziya sorikê nikare bê kirin: Metirsî li ser bi milyonan zarokî heye
Li gelemperiya cîhanê zêdeyî 100 milyon zarok ji derziya li dijî sorikê bêpar dimînin. Ev pirsgirêka ku ji ber metirsiya Covîd-19 rû dide, tê gotin ku dibe ku ji vîrûsê bêhtir bibe sedema mirina mirovan. -
TUAY-DER kampanyaya xwe didomîne
Marmara TUAY-DER, tevî ku guhertina qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî li derve dihêle li meclîsê hate qebûlkirin, kampanya xwe didomîne. -
Trûmp piştgiriya malî ya ji bo WHO'yê bi dawî kir
Serokê DYE'yê Donald Trûmp piştgiriya malî ya ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) birî, ku rêxistinê bi nebaş birêvebirina pandemiyê sûcdar dike. Neteweyên Yekbûyî jî bi gotina "Ne dema wê ye" nerazîbûn nîşan da. -
Israîl dijî pandemiyê di rêza 1'ê de, Tirkiye di rêza 36'an de ye
Li gorî rapora Deep Knowledge Group di nav wan welatan de ku li dijî vîrûsa koronayê herî baş têdikoşin di rêza pêşî de Israîl di rêza duyan de Elmanya heye. Tirkiye di nav 40 welatî de di rêza 36'an de ye. -
Rêgeza mesafeya sosyal dibe ku heta 2022'an biçe
Li gorî pisporên Zanîngeha Harvardê diyar kir mesafeya sosyal ya ji bo ku pêşî li berbelavbûna vîrûsê hatî destpêkirin belkî heta 2022'an bidome. -
CDK-F: Her Kurd dive bibe xwedî malbateke xwişk û bira
CDK-F'yê têkililî kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira got,''Ev kampanya ne kampanyayeke jirêzê ya alîkariya maddî ye. Di vê pêvajoya zor û zehmet de her Kurd divê malbatekê ji xwe re bike malbata xwişk û bira.'' -
ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Stêrk Tv weşaneke taybet ji bo Kampanyaya ‘Xwişk û bira’ dike
Stêrk Tv wê 15’ê Nîsanê roja Çarşemê li gorî saeta Ewropa 18:00’an bi armanca alîkarîkirina bi malbatên ku ji pandemiya vîrûsa koronayê bandor bûne, di çarçoveya kampanyaya ‘Xwişk û Bira’ de weşanek zindî bike. -
Li Tirkiyeyê ji ber Koronayê 1403 kes mirin
Li gorî rayedarên Tirk li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19 di nava 24 saetên dawî de 107 kes mirin.