ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir, ku di çarçoveya kampanya 'Malbatên xwişk û bira' de wan xwe gihandine 15 hezar malbatî û got, "Dem dema piştgiriya bi gelê me re ye."

Li Wanê, li 726 kesên ku li gorî qedexeya derketina derve tevnegeriyan 2 milyon û 229 hezar lîre cezayê pereyan hate birîn.

Girtiyê siyasî Zafer Saglam ê li Girtîgeha Hejmara 5'an a Sîlîvriyê ye, bi gumana vîrûsa koronayê 11 roj in di hucreya yek kesî de ye. Bavê wî Emîrhan Saglam got, "Zarokên me di nava lepên şewbê de hiştin."

Bi hatina biharê re pêla koçberiyê ya di ser Derya Spî re û agahiyên li ser mirina mirovan zêde bûn.

Li gelemperiya Ewropayê bi saya zêdekirina buhayê çixareyan, hejmara çixarekêşan kêm bû, lê belê hejmara mirovên tûtinê yan jî çixareya elektronîk bi kar tînin zêde bû.

Ji ber vîrûsa koronayê welatiyên Çînê bi mehan li gelemperiya cîhanê bûn hedefa cihêkariyê. Lê belê li Çînê jî êrişên nîjadperestiyê yên li dijî koçberên Efrîkayê zêde bûn.

DYE ji ber şewba Covîd-19 Çînê sûcdar dike. Rêveberiya DYE'yê ragihand ku li dijî belavbûna vîrûsê ê hevkariya xwe ya bi rêveberiya Çînê re bidomîne.