Stêrk Tv weşaneke taybet ji bo Kampanyaya ‘Xwişk û bira’ dike

Stêrk Tv wê 15’ê Nîsanê roja Çarşemê li gorî saeta Ewropa 18:00’an bi armanca alîkarîkirina bi malbatên ku ji pandemiya vîrûsa koronayê bandor bûne, di çarçoveya kampanyaya ‘Xwişk û Bira’ de weşanek zindî bike.

Têkildarî kampanyaya ‘Xwişk û Bira ya bi armanca alîkarîkirinba bi malbatên mihtac ên ji ber pandemiya vîrûsa Korona ya li Kurdistan û Tirkiyeyê li aliyê HDP’ê û li Ewropayê jî ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, wê 15’ê Nîsanê roja Çarşemê di Stêrk Tv de saet 18:00’an weşaneke taybet bê kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan têkildarî kampanyayê ev got: “Ji bo pêwîstiyên kesên xwedî muhtac bên pêşwazîkirin, ji bo rê û rêbazên wê bên dîtin û ji bo bi rêbazekê ev alîkarî bê gihandina wan tim mijarek bû di rojeva me de. Ji ber vê yekê me dest bi Kampanyaya Xwişk û Bira kir. Ev kampanyayeke ya bi hevrebûn û piştevaniyê ye. Em dixwazin bi dirûşma ‘Em Parve Dikin, Piştevaniya Hev Dikin’ dixwazin ji bo hemû Tirkiyeyê ragihînin.

Alîkariya kesên cîranê xwe bikin û piştevaniya hev bikin. Bi kesên li kolanên we muhtacin alîkarî bidin wan. Li taxên xwe di nava piştevaniyê de bin. Alîkariyê bidin kesên muhtac ên li bajarên xwe. Di demeke wiha de pêwîstî bi kampanya, piştevanî û yekbûnê heye.”

Heyva Sor a Kurdistanê jî di daxuyaniya 8’ê Nîsanê de jî wan jî kampanyaya ‘Malbata Xwişk û Bira’ bi raya giştî re parvekiribû.

Heyva Sor a Kurdistanê ev gotibû: “Heyva Sor a Kurdistanê di rewşên wiha awarte de ji bo gelê me piştevaniyê bike û van rojên zor û zehmet derbas bikin, dest bi kampanyaya ‘Malbata Xwişk û Bira’ dikin.

HEJMARÊN JI BO PEYWENDIYÊ

Hûn dikirin 15’ê Nîsanê di Stêrk Tv de saet 18:00 bi van hejmaran 0032 53 64 88 27 û 0032 5368 00 22 telefnê li gel hejmara 00 32 484 28 31 67 a Watsapê tevlî weşanê bibin.