ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Şervan û şoreşgerên entenrasyonalîst ên ku li Rojava li cem gelê Kurd cih digirin, ji bo gelên Ewropayê peyama piştgiriyê dan ku li dijî vîrûsa koronayê li ber xwe didin.
Marmara TUAY-DER, tevî ku guhertina qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî li derve dihêle li meclîsê hate qebûlkirin, kampanya xwe didomîne.
Çanda piştevaniyê li Kurdistanê her tim hebû. Jiyana li nava gundan bi piştgiriya li hev dibihurî. Ev rê û rêbaza jiyanê bi wêjeya devkî ya Kurdî dihate xemilandin.
Hikumeta AKP-MHP'ê ku bi zorê pere ji gel dide hev, bi milyonan lîre pereyî li çêkirina qesr û girtîgehên li Kurdistanê xerc dike.
CDK-F'ê têkildarî kampanya 'malbatên xwişk û bira' daxuyaniyek da û diyar kir, "Ev kampanya kampanyayeke ji rêzê ya alîkariya madî nîne. Di vê pêvajoya zehmet de divê her malbateke Kurd bibe dostê malbateke din."
Li gelemperiya cîhanê zêdeyî 100 milyon zarok ji derziya li dijî sorikê bêpar dimînin. Ev pirsgirêka ku ji ber metirsiya Covîd-19 rû dide, tê gotin ku dibe ku ji vîrûsê bêhtir bibe sedema mirina mirovan.
Welatên cîhanê hewl didin pêşî li belavbûna pandemiya Covîd-19 bigirin, lê li gelek welatan ji ber nebûna xwarinê tevdîrên karantînayê pêk nayên.
Li Fransayê ku bi rengekî neamade kete nava lepên şewba Covîd-19, ji bo doktorên biyanî yên ji derveyî Yekîtiya Ewropayê hatine karibin bixebitin, wê guhertinê bike.
Welatên G-7, deynê welatên xizan ên ku ji ber krîza aborî ya mezin dibe ku zor û zehmetiyê bikişînin, bi rengekî 'demkî' rawestandin.
Li gorî pisporên Zanîngeha Harvardê, xwevegirtina mirovan a ji hev a ji ber vîrûsê, dibe ku heta sala 2022'an bidome.