HDP: Li dijî yasaya mirinê em bêdeng namînin
HDP li dijî yasaya desthilata AKP-MHP'ê ku girtî bi hêviya mirinê ve giştin hewlesteke tund nîşan da û got, ''Ev yasa darvekirina yên din e''.
HDP li dijî yasaya desthilata AKP-MHP'ê ku girtî bi hêviya mirinê ve giştin hewlesteke tund nîşan da û got, ''Ev yasa darvekirina yên din e''.
Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê derbarê yasaya înfazê ku girtiyên siyasî li derveyî çarçoweya xwe hişt daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Bi derxistina yasaya ku ji 300 hezar girtî 200 hezarî jê bi hêviya mirinê ve dihêlin, dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan û derdorên muxalîf careke dî nîşan dan.''
'LI BER DÎROKÊ Û MIROVAHIYÊ BERPIRS IN'
Di daxuyaniyê de hate gotin bi yasayê re endamên çeteyan, alîgirên xwe, kesên ku li dijî civakê her sûc kirin têne berdan, nûçegihanên ku rexneyê li wan dikin, siyasetmedar, şaredar, wekîl ango hêza muxalîf a gel bi hêviya mirinê ve hatine hiştin.
Bi berdewamî hate gotin, ''Ev yasa li dijî qedexeya cihêkariyê û rêgeza wekheviyê ye! Ev yasa fermana darvekirinê ya yên din û ne ji wan in! Ev yasa qalikê ya yasayî ya êşkence û miemeleya rûmetşikên e, ku li girtîgehan bi fiilî tê kirin! Ev yasa êrîşa li ser destkeftiyên hevpar a mirovahiyê ye! Ev yasa wesîqeya şermî û fihêtiyê ye!''
Her wiha hate gotin li dijî, ''vê yasaya mirinê ku girtiyan bi hêviya mirinê ve dihêle'' û bi dengên wekîlên AKP-MHP'ê li Meclîsa Tirk hate qebûlkirin wê têkoşîna wan bidome, ti caran qebûl nekin ku girtî bi hêviya mirinê ve werin hiştin, li dijî şer wê aştiyê, li dijî mirinê wê jiyanê û li dijî tecrîdê wê azadiyê biparêzin.