AvEG-Kon: Li Mexmûrê sucê mirovahiyê tê pêkanîn

AvEG-Kon, balkişand êrîşa li ser Mexmûrê û got; “Cîhan bi pandemiyê ve mijûle, dewleta Tirk li dijî Gelê Kurd sûcê mirovahiyê pêk tîne.”

Konfederasyona Penaberên Bindest ên Ewropayê (AvEG), derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî da.

‘CÎHAN BI VÎRÛSÊ RE MIJULE, DEWLETA TIRK SUÇÊ MIROVANE DIKE’

Di daxuyaniyê de ev hat diyarkirin: “Wargeha Penaberan a Mexmûrê vaye bi mehane ji aliyê rêveberiya herêmê ve di bin ambargoyê de ye, niha jî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi SÎHA’yê tê bombebaran kirin.”

AvEG bi domdarî got: “Gelên li cîhanê têkoşîna jiyanê li dijî şewba Covîd-9 didin, herêmên jiyanî yên sivîl lê jiyan dikin bombebaran kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Em AvEG-Kon, bang li hemû rêxistinên blokên demokratîk û parêzvanên mafên mirovan dikîn ku li dijî vê êrîşê, bi hestiyar bin.”