Hikûmeta Iraqê dewleta Tirk şermezar kir

Wezareta Karê Derve ya Iraqê êrîşa dewleta Tirk a li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê bi tundî şermezar kir.

Wezareta Karê Derve têkildarî êrîşa bi balafirên keşfê ya bê mirov a biçek a dewleta Tirk a 15’ê Nîsanê ya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Hikûmeta Bexda êrîş şermezar kir û bang li dewleta Tirk kir ku êrîşê rawestîne.

Wezaretê li ser êrîşê ev agahî da:

“Fermandariya hêzên asîmanî ya Îraqî derbasbûyîna balafireke bêyî pilot, girêdayî artêşa Tirkyêyê, bo asîmanê Îraqê şopand. Her weha, kampa penaberan a li nêzî bajarê Mexmûrê hate bombebarandin, di encamê de 2 jin ji penaberên kampê bûne qurbanî (15ê Nîsana 2020).

Wezareta karê derve ya Îraqî bi tundî van êrîş û destdrêjahî yên Tirkî şermezar dike, ku serweriya Îraqê binpê dikin û berovajî têkiliyên cîrantiyê ne, her weha jî, li dijî zagon û yasayên Netewên Yekbûyî ne. Ji lewre, wezareta karê derve ya Îraqî daxwaza rawestandina van êrîşan dike. Dîsa jî, em ji dewleta Tirkyêyê daxwaz dikin ku rêzê ji serweriya Îraqî re bigire û hevkariyê di warê ewlekariya sînor de bike. Ev êrîşên berdewam qet ewlekariya Tirkyêyê misogir nakin, û nabin alîkar bo pêkanîna aramiyê li herêmê bi tevahî.”