Girtiyê bi nexweşiya giran Kaya hîn jî di servîsa awarte de ye

Girtiyê bi nexweşiya giran Sabrî Kaya 5 roj in di servîsa awarte ya nexweşxaneyê de ye.

Girtiyê bi nexweşiya giran Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Osmaniyeyê tê hiştin, 11'ê Nîsanê ji ber ku rewşa wî giran bû cara sêyemîn rakirin servîsa awarte. Kaya 5 roj in li servîsa awarte ya Nexweşaneya Dewletê ya Osmaniyeyê ye û hate ragihandin ku rewşa wî stabîl e.

Tê gotin ku ava li cegerê Kaya kom bûye hewl tê dayin bi rêya mîzê bê avêtin, her wiha rîsk heye ku careke din krîza dil derbas bike û enzîmên kezebê gelekî bilind derketiye.