Êrişên terorîstî yên dewleta Tirk li Iraq û tevahî Kurdistanê rastî hêrsa gel hatin. Berdevkê fermandariya giştî ya hêzên Iraqê Abdullkerîm Xelef got bombebarana dewleta Tirk karekî dijminatî ye.
Her wiha Endamê parlamentoya Iraqê Kawa Mihemed jî bi daxuyaniyekê îşaret bi binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê kir û daxwaz ji serokkomarê Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku tevahiya hêzên dewleta Tirk ji xaka Iraqê bên derxistin.
Endamê parlamentoya Iraqê parlamenter Kawa Mihemed li dijî bombebarana dewleta Tirk a li ser Zînî Wertê û Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek weşand.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Kawa Mihemed di daxuyaniya xwe de bal kişand ser binpêkirinên û bombarananên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê û bombebarankirina wargeha Mexmûrê û Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê.
Kawa Mihemed daxwaz ji serokkomar Berhem Salih û hikûmeta Iraqê kir ku di asta siyasî, dîplomasî û ewlehiyê de gavên lezgîn û cidî ji bo pêşîlêgirtina binpêkirin û bombebarankirinên dewleta Tirk biavêjin û ji bo parastina serweriya xaka Iraqê hemû hêzên wê ji xaka Iraqê derxin.
Serokê Şepêla El-Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Emar El-Hekîm jî êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê şermezar kir û got "Em tekez dikin ku divê hikûmet berpirsyariya xwe li beramberî van binpêkirinan bi cih bîne."
Artêşa Tirk a dagirker duh (çarşem) komkujiyek li dijî niştecihên Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a başûrê Kurdistanê pêk anî. Balafirên keşfê kamp bombebaran kir û di encama wê de 3 jin şehîd bûn.
Serokê Şepêla El-Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Emar El-Hekîm li ser malpera xwe ya Twitterê êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê şermezar kir û got: "Bi navê çi dibe bila bibe binpêkirina xaka Iraqê nayê qebûlkirin. Çawa balafirên şer ên nenas kampeke qezaya Mexmûrê bombebaran kir."
Emar El-Hekîm wiha pê de çû: "Em van binpêkirinên ji aliyên cuda ve şermezar dikin. Em tekez dikin ku divê hikûmet erka xwe li beramberî van binpêkirinan bi cih bîne."