Iraq ji ber binpêkirina serweriya welêt sefîrê Tirk vexwende Bexdayê
Wezîrê Kar û Barên Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm sefîrê Tirkiyê vexwende Bexdayê da ku derbarê êrîşa ku li ser Wargeha Mexmûrê hatî kirin de hesab bide.
Wezîrê Kar û Barên Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm sefîrê Tirkiyê vexwende Bexdayê da ku derbarê êrîşa ku li ser Wargeha Mexmûrê hatî kirin de hesab bide.
Berdevkê Wezareta Kar û Barên Derve yê Iraqê bi daxuyaniyekê ve teqez kir ku wê êrîşa li ser Mexmûrê ku bû sedem sivîl jiyana xwe ji dest bidin, bi tundî şermezar dikin.
Her wiha hate ragihandin ku wan sefîrê Tirkiyê vexwandiye û vê daxuyaniyekî ya nerazîbûnê pêşkêş bikin.
Ev helweste di demekî de ye ku Berpirsê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê derbarê wê êrîşê de diyarkirbû ku balafirên şer ên Tirkiyê sînorê Iraqê derbaskiriye û gotibû ku ‘Ev yek heqaret e’. Her wiha daxwazkir ku divê carekî din êrîşên bi vî rengî dubare nebin.