TUAY-DER kampanyaya xwe didomîne
Marmara TUAY-DER, tevî ku guhertina qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî li derve dihêle li meclîsê hate qebûlkirin, kampanya xwe didomîne.
Marmara TUAY-DER, tevî ku guhertina qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî li derve dihêle li meclîsê hate qebûlkirin, kampanya xwe didomîne.
Ji Marmara TUAY-DER'ê Ronahî Kalkan diyar kir ew ê kampanyaya xwe ya li ser medyaya dijîtal a bi mebesta ku balê bikişînin ser girtiyên siyasî yên ku ji ber hêla vîrûsa koronayê rîsk li ser jiyan wan heye, didomînin.
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Girtî û Cezaxwariyan re (TUAY-DER) li dijî guhartine înfazê ya ku girtiyên siyasî li derveyî çarçoweyê hişt kampanyaya îmzeyan li ser medyaya dijîtal didomîne.
BILA GIRTÎGEH NEBIN MALÊN MIRINA GIRSEYÎ
Ji TUAY-DER'ê Ronahî Kalkan derbarê yasaya înfazê ya ku girtiyên siyasî li derveyî xwe hişt got, ''Em dixwazin bêyî ku girtî ji hev werin veqetandin, li ser pîroziya mafê jiyanê girtîgeh werin valakirin. Piştre ji ber helwesta cihêkar ya yasaya înfazê bi dirûşmeya 'di înfazê de wekhevî' me kampanya da destpêkirin. Kampanyaya me li ser medyaya dijîtal dest pê kir û niha didome. Dengekî ne xiras derxist. Armanca me ew e ku kesek nemir û ev vîrûs girtîgehan neke malên mirinna girseyî.''
EM LI BENDÊ NE KU HER KES EMPATIYÊ BIKE
Ronahî Kalkan derbarê armancê jî got,''Armanca me ew e ku em li ser girseyên mezin û karîger raya giştî ava bikin. Helbet destekeke mezin heye. Em dixwazin ku her kes bihistyar be û empartiyê bike. Em li hêviyê ku destekê bidin kampanyaya me. Em mafê pîroz ê jiyanê diparêzin û heta ku girtî azad bibin em ê vê bibêjin. Helbet em ê ti caran ji ya xwe neyên xwarê. Her çendî yasa bi vî halî ji hêla Serokkomar ve hatine qebûlkirin jî em ê têkoşîna xwe bi çarçoweya demokratîk geş bikin. Em dizanin ku ev mafekî demokratîk ê navnetewî ye. Ji ber vê, em li kûderê jî bin ji bo vî heqî em ê têbikoşin.''
BILA XWEDÎ LI KAMPANYAYÊ DERKEVIN
Ronahî Kalkan herî dawî got ji ber sedema hêla (pandemî) Covîd-19'ê ew nikarin çalakiyên demokratîk bikin û got, ''Jib ber vê divê îro beşekî mezin ê vê xebatê hunermend, siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr bidin ser milê xwe. Li ser medyaya dijîtal ku bidin dengên me û li Tirkiyê û Ewropayê ku dengê me bigihînin er qadê dikarin bikin ku em bigihin siberojên azad. Ji ber vê em li hêviyê ne ku derdorên siyasetê, hunerê, sendîka, rewşenbîr, çapemenî, weşanxane ji bo siberojên azad xwedî li kampanyaya me derkevin û kampanyayê geş bikin.''