'Dinya li dijî korona ye, AKP-MHP li dijî Kurdan e'
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, bi komkujiya li Mexmûrê re dewleta Tirk di vê dema pandemiyê de dijminatiya xwe ya li Kurdan dewam kiriye.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, bi komkujiya li Mexmûrê re dewleta Tirk di vê dema pandemiyê de dijminatiya xwe ya li Kurdan dewam kiriye.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li Navenda Giştî ya HDP'ê civîneke çapemeniyê li dar xist.
'DINYA LI DIJÎ KORONA YE, AKP-MHP LI DIJÎ KURDAN E'
Başaran bi bîr xist, ku di vê demê de ku cîhan tev li dijî koronayê têdikoşe, tifaqa AKP-MHP siyaseta xwe ya dijminatiya li Kurdan bênavber didomîne.
Başaran got, "Doh li Mexmûrê di bombardûmana artêşa Tirk de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Mexmûr demeke dirêj e dorpêçkirî ye. Binpêkirina mafê jiyanê li Mexmûrê, dewamkirina dijminatiya li Kurdan a di dema koronayê de ne ya qebûlkirinê ye. Em careke din sersaxiyê ji malbatên sê jinên li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dane dixwazin. Vê êrişê ti tundî şermezar dikin."
Başaran bal kişand ser tundiya di vê demê de li jinan tê kirin û bi bîr xist ku di pêvajoya pandemiyê de li Tirkiyeyê 30 jinan jiyana xwe ji dest dan. Başaran got, "Berpirsyarê vê yekê jî ew hêz e ku li gel hişyariyan tevdîran nagirin."
'JIN ÊN GIRTÎ YÊN NEXWEŞ DI NAVA LEPÊN MIRINÊ DE TÊN HIŞTIN'
Başaran qanûna înfazê ya AKP-MHP'ê jî nirxand û anî ziman ku bi vê qanûnê re yên li dijî jinan sûc kirine tên berdan, jin bêparastin tên hiştin û got, "Lê li aliyê din bi hezaran siyasetmedar û aktîvîstên jin girtî ne. Me gelek caran gotin ku ev qanûn dijminê Kurdan e, dijminê jinan e, cihêkar e, newekhev e, binpêkirina mafê jiyanê ye. Niha li girtîgehan 74 jin ên girtî yên bi nexweşiyên giran hene, lê mixabin di nava lepên mirinê de hatine hiştin. Eger cenaze ji girtîgehan derkeve wê berpirsyar desthilatdariya AKP-MHP be."