Ji ber liv û tevgera DAÎŞ’ê ya li taxên Kerkûkê lêgerîn hate kirin
Hêzên ewlekariya bajarê Kerkûkê ji ber liv û tevgera DAÎŞ’ê ya li bajêr pêngava lêgerîn û lêkolînê dan destpêkirin.
Hêzên ewlekariya bajarê Kerkûkê ji ber liv û tevgera DAÎŞ’ê ya li bajêr pêngava lêgerîn û lêkolînê dan destpêkirin.
Ev çend carin ku DAÎŞ bi awayekî eşkere li bajarê Kerkûkê êrîşî hêzên ewlekarî ya Iraqê dikin, piştî wê yekê jî li derdora bajêr bi awayekî ber bi çav DAÎŞ zêde bûne. Her wiha duh hêzên ewlekariya bajêr xwe ji her êrîşekî ya DAÎŞ’ê re amadekirine.
Îro li bajarê Kerkûkê hêzên ewlekariyê û leşkerên bajêr li taxên Kerkûkê dest bi pêngava lêgerîn û lêkolînê kirin. Her wiha ev lêgerîn û lêkolîn ji bo girtina çekên bê destûr û şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê hatine kirin.
Hêjayî gotinêye ku ti agihiyek girêdayî encamên wan lêgerîn û lêkolînan, ya ji aliyê şaneyên ragihandina ewlekariyê ya li bajêr ve ne hatine belavkirin.