Israîl dijî pandemiyê di rêza 1'ê de, Tirkiye di rêza 36'an de ye

Li gorî rapora Deep Knowledge Group di nav wan welatan de ku li dijî vîrûsa koronayê herî baş têdikoşin di rêza pêşî de Israîl di rêza duyan de Elmanya heye. Tirkiye di nav 40 welatî de di rêza 36'an de ye.

Deep Knowledge Group ku navenda wê li Londrayê ye derbarê tevdîrên welatan ên li dijî vîrûsa koronayê agahî da.

Deep Knowledge Group teşhîsên testên Covîd-19'ê, mijara bê ka gel çi qasî bi rehetî dikare xwe bigihîne xizmetên tendiristiyê, kapasîteya nexweşxaneyan, rêjeya pêketî û mirinan da ber hev.  Li gorî vê di nav cîhanên welatan de ku herî baş li dijî Covîd-19'ê têdikoşin Israîl di rêza pêşî de cih digire.

Li gorî rapora saziyê ku rêveberiya krîzê ya dewletan a li bara vîrûsa koronayê Elmanya di rêza duyan de cih girt. Di nav welatên Ewropayê de tenê Elmanya di nav rêza 10'an de cih girt. Li pey Elmanyayê bi rêza Koreya Başûr, Ewistralya û Çîn hat. Di lîsteyê de ku navê 40 welatî de heye, Tirkiye di rêza 36'an de cih girt.

Di raporê de pesnê hikûmeta Elmanyayê hate dayin û hate gotin di rêveberiya krîzê de di rêza pêşî de ye.

DYE û Ingilistan di 40 welatî de cih negirtin û hate gotin wê lîsteyeke dî were hazirkirin, di lîsteya nû de wê li ser performansa 100 welatî rawestin û bi îhtîmaleke mezin DYE wê di rêza 70'yî de cih bigire.