Li gorî agahiyên ji aliyê Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve hatin eşkerekirin, li gelemperiya cîhanê herî kêm 117 milyon zarok dibe ku ji derziya li dijî sorikê bêpar bimînin.
Li gorî daxuyaniya UNICEF'ê, heta niha herî kêm li 24 welatan, ji ber rîska belavbûna şewba vîrûsa koronayê, derzîkirina zarokan hate taloqkirin. Eger derzî li zarokan neyê xistin, dibe ku jiyana bi sed hezaran zarokî bikeve rewşeke metirsîdar.
Ji sala 1963'an û vir ve li tevahiya cîhanê derziya li dijî sorikê tê bikaranîn û bi saya vê yekê salane jiyana bi milyonan mirovî tê rizgarkirin. Beriya sala 1963'an her du sê salan carekê şewba sorikê rû dida û salane zêdeyî 2.5 milyon mirovî jiyana xwe ji dest didan.
Di sala 2018'an de jî piraniya wan li herêma Sahra ya Efrîkayê 140 hezar kes ji ber sorikê miribûn.