Rêveberiya Trablûsê wê bi bi Heftar re nema bide û bistîne!

Hikûmeta Trablûsê ya Libyayê ya bi desteka Enqerê got ew ê nema bi Helîfe Heftar re bidin û bistînin, ku Heftar rojhilatê welêt kontrol dike.

Serokê Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya bi navenda Libyayê Fayiz El Sarac ji rojnameya Italî La Repubbblîca re axivî, got hêzên Heftar sûc dikin.  Sarac got,''Êdî ez ê bi Heftar re neyêm ser masê.''

Halê hazir li Libyayê du desthilat hene. Hikûmeta Yekîtiya Netewî bi navenda Trablûsê ye û rejîma Tirk destekê dide wan. Bêhtir Birayên Misilman di vê hikûmetê de xurt in. Rejîma Tirk bi rengekî aşkere ambargoya çekan a Konseya Ewlehiyê ya NY'yê binpê kir, çek, cebilxane, wesayitên zirxî, drone şand û her wiha gelek çeteyên ku li Sûriyê û Başûrê Kurdistanê perwerde kirî şande Trablûsê.

Hikûmeta dî jî li rojhilatê welêt bi navenda Tobrûkê ava bûye. Di kontrola hêzên Helîfe Heftar de ye. Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî û Rûsya destekê didine wan.