HDP’ê bal kişand ser rewşa girtiyan

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari Orûç bal kişand ser zextên li ser girtiyên li girtîgehên Kayserî, Tarsûs, Kurkçuler û Entalyayê.

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari Orûç bal kişand ser zextên li ser girtiyan.

Hatîmogûllari got ku “Li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê Merve Aydogan a ku nexweşa çolyakê de di 3’ê Nîsanê de telefonî malbata xwe kiriye û diyar kiriye ku sergêjî û nedîtina wê didome. Hate diyarkirin ku ligel van nexweşiyan jî sewqa Aydogan nehatiye kirin û piştî dermanê antîbîyotîkê ew şandine qawîşa wê.

Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê jî girtiyên nexweş ên bi navê Hadî Elçîçek, Mazhar Guler û Serhat Tûncer di telefonê de ji malbata xwe re diyar kirin ku tevdîrên li hemberî şewba koronavîrusê nayê kirin. Elçîçek diyar kir ku gardiyanek bi koronavîrusê ketiye lê ew nexistine karantînayê. Guler jî diyar kir ku rêveberiya girtîgehê alav û amûrên paqijiyê nade wan û qawîş nehatine dezenfektekirin.

Xebatkarên girtîgehan li dijî girtiyan zextan dikin û tu ceza li xebatkarên girtiyan nayê birîn. Li girtîgehan tevdîra li hemberî şewba Covîd-19’ê kêm e. Divê ev rewş were tespîtkirin û tevdîrên pêwist werin stendin.”