Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) saet 13:10’an sivîlên li Kampa Penaberan a Mexmûrê kirin armanc.
Şandeya Leşkerî ya Iraqê piştî lêkolînên ku li cihê bûyerê kiribû, têkildarî êrîşa li ser Mexmûrê daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê de 2 jin şehîd ketine.
Şandeyê destnîşan kir ku li gorî agahiyên dawî jî jineke din a ku bi giranî birîndar bibû û rakiribûn nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest daye.
Şandeya ku ji rayedarên artêşa Iraqê pêk dihat, li cihê bombebaranê lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê şandeyê têkildarî şehadet û birîndarkirina sivîlan girtename nivîsandin.
Heman şandeyê li ser bomberdûmanê di Ragihandina Cenga Iraqê de daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di êrîşê de 3 jin jiyana xwe ji dest dane.
Lialiyê din Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Hisên Kerîm El-Kebî jî li ser hesabê xwe yê fermî ya Facebookê daxuyaniyek parve kir û diyar kir ku divê hikûmet li dijî serweriya xaka Iraqê ya esmanî û êrîşa li ser Kampa Mexmûrê bêdeng nemîne û bibe xwedî helwest.
Her wiha El-Kebî diyar kir ku bomberdûmana Tirkiyeyê dijminahî ye û ne rewa ye. El-Kebî êrîşa li ser Mexmûrê jî piştrast kir û daxwaz ji Wezareta Kar û Barên Derve ya Iraqê kir ku di demekê de ku li dijî şewba Koronayê têkoşîn têkirin, divê li dijî êrîşên wiha bisekine.