ROJANE
Hemû Nûçe
-
PE’yê daxwaza berdana girtiyên siyasî kir
Parlementoya Ewropayê bi biryareke ku girtî, daxwaz kir ku hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiye bên azadkirin. -
BMG: Em ê 1'ê Gulanê li Taksîmê û li her cihî pîroz bikin
BMG'ê 'qedexe'kirina pîrozbahiyên 1'ê Gulanê nas nekir û diyar kir ku wê li Taksîmê û li her cihî pîrozbahiyan bikin. -
Li gelek bajaran çalakiyên protestoyî yên 'Doza Kobanê' hatin lidarxistin
Rêxistinên HDP'ê yên gelek bajaran, 'Doza Kobanê' ya desthilatdariya AKP-MHP'ê şermezar kirin û banga piştevaniyê li raya giştî ya demokratîk kir. -
Polîsan êriş birin ser HDP'iyan: Gelek kes hatin destgîrkirin
HDP'iyan xwestin têkildarî Doza Kobanê li ber avahiya bajêr daxuyaniyekê bidin, lê belê polîsan êriş kirin. Di encamê de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Kurdên li Rûsyayê ji bo Şengalê banga xwedîderketinê kirin
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê bal kişand ser êrişên li dijî Şengalê û ji gelê Kurd hate xwestin ku ji bo xwedîderketina li Şengalê hêzên xwe seferber bikin. -
Di Doza Kobanê de parêzeran eywan terikandin
Di rûniştina destpêkê ya Doza Kobanê de, parêzeran nerazîbûn nîşan dan ku destûr nehat dayin parêzer hemû bikevin eywanê, lewma bi serokê dadgehê re nîqaş kirin. Parêzeran piştre eywan terikandin. -
Doza Kobanê: Ji dêvila parêzeran polîs xistin eywanê
Ji dêvila parêzeran polîs xistin eywana dadgehê ya ku doza Kobanê lê tê kirin. -
Doza Kobanê: Partiya Çep a Swêdê piştgirî da HDP'iyan
Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Çep Hakan Svenneling diyar kir ku ew ê hewldana cezakirina HDP'iyan qebûl nekin û piştgiriya xwe ya bi HDP'ê re xurtir bikin. -
Sancar: Em ê vê dozê pûç bikin û têkoşîna demokrasiyê geştir bikin
Beriya rûniştina pêşîn a doza Kobanê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li pêşiya dadgehê daxuyanî da û got “Em ê vê dozê pûç bikin û têkoşîna demokrasiyê geştir bikin.” -
ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Li Girtîgeha Tîpa F a Bandirmayê binpêkirinên mafên mirovan zêde dibe
Seyfettîn Yikar ê ku di Girtîgeha Nimreya 2’an a Tîpa F a Bandirmayê de ye bi rêya malbata xwe qala binpêkirinên mafên mirovan kir. -
Jinên Tîrêjên Rojê febrîqeyek, 12 wesayit û nuqteyeke polîsan şewitandin
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku 23 û 24'ê Nîsanê herî kêm 12 wesayit, febrîqeyek û nuqteyeke polîsan şewitandine. -
Berxwedana li zindanan 150 roj in didome: Girtî bi biryar in
Berxwedana zindanan ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 150'î de ye. -
ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
ÎHD û hiqûqnasan xwestin qirkirina li ser Ermenan were naskirin
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Stenbol û û Edeneyê û Baroya Amedê li dijî komkujiya 24'ê Nîsana 1915'an daxuyaniyên nivîskî weşandin. -
ÎHD Îzmîr rewşenbîrên Ermen ku hatin qetilkirin bi bîr anî
Şûbeya Îzmîrê ya ÎHD'ê rewşenbîrên Ermen ku dema destgîrkirinê hatin qetilkirin bi bîr anî. -
HDP'ê û HDK'ê ji bo Qirkirina Ermenan daxuyanî dan
HDP'ê û HDK'ê bal kişandin ser Qikirina Ermenan û gotin, 'Sûcê ku nehatî qebûlkirin îro jî didome.'' -
Berxwedana girtiyan a ji bo azadiya Ocalan kete roja 149’an
Berxwedana girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîkirina binpêkirinên li girtîgeha kete roja 149’an, a li Mexmûr jî di roja 128 û li Yenanistan jî di roja 111’an de ye. -
Şahidê qirkirina Ermeniyan bû, bû fedayiyê Hîtler…
Bersiva 24’ê Nîsana 1915’an a qirkirina Ermeniyan dest pê kir, gelo ji bo qirkirina Yahûdiyan bû ‘çavkaniya îlhamê’ an ne, di biyografiya hevalê Hîtler Max Ewrîn von Scheubner-Richter ê ‘dema darbeya Meyxaneyê’ a 1923’an hate kuştin, de veşartiye. -
ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
MHK: Divê hevrûyê qirkirina 1915’an bên
MHK a têkildarî salvegera qirkirina 1915 a Ermenî, Asûrî û Suryaniyan daxuyaniyek da got: “Ev gel di qada navneteweyî de heta ku vê qirkirin bi Tirkiye nede qebûlkirin, wê têkoşînê bidomîne.” -
Hişyar Ozsoy: Me rexneyên xwe ji CPT’î re vegot
Yek ji kesên di nava heyeta HDP’ê de ku Hişyar Ozsoy ên li Strasboûrgê bi rayedarên CPT re civiyan, got ku wan rexneyên xwe yên dema ku serdana Tirkiyê kirîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne civiyane. -
Li Edeneyê parêzer Ozgur Yakût hate girtin
Li Edeneyê parêzer Ozgur Yakut ê hatibû destgîrkirin, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. -
Li Geverê jinek bi rengekî daleqandî hate dîtin
Li navçeya Colemergê Geverê jineke bi navê Zuleyha Oztund ji ber sedemên ku nayê zanîn bi rengekî daleqandî hate dîtin. -
Enternasyonala Pêşverû: HDP ne tenê ye
Enternasyonala Pêşverû ku kesên wek Noam Chomsky, Yanîs Varufakîs û Bernîe Sanders jî di nav de ne, şandeyek şandin ji bo danişîna pêşî ya Doza Kobanê.