Polîsan êriş birin ser HDP'iyan: Gelek kes hatin destgîrkirin

HDP'iyan xwestin têkildarî Doza Kobanê li ber avahiya bajêr daxuyaniyekê bidin, lê belê polîsan êriş kirin. Di encamê de gelek kes hatin destgîrkirin.

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê xwest, têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Lê belê bi dehan polîsan beriya daxuyaniyê dor li avahiya bajêr a HDP'ê girtin û ketin û derketina kolanê girtin. Piştî ku daxuyaniyê dest pê kir polîsan nehiştin ku HDP'î ji avahiyê derkevin.

Girseya ku hewl da derkeve derve û daxuyaniyê bide, bû hedefa êrişa polîsan. Nûçegihanê MA'yê Enes Sezgîn û nûçegihanên Arti TV jî di nav de gelek kes bi lêdanê hatin destgîrkirin.