Hişyar Ozsoy: Me rexneyên xwe ji CPT’î re vegot

Yek ji kesên di nava heyeta HDP’ê de ku Hişyar Ozsoy ên li Strasboûrgê bi rayedarên CPT re civiyan, got ku wan rexneyên xwe yên dema ku serdana Tirkiyê kirîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne civiyane.

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy, tevlî civîna giştî ya Meclisa Parlementerên Konseya Ewropa (AKPM) a li Strasboûrgê bûn. Piştre herdu parlementer bi nûnerênKomîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropa re civiyan.

Di hevdîtinê de nîqaş li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girevên birçîbûnê yên bi daxwaza bi dawî anîna tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê dem û bi dorveger kirin.

Hişyar Ozsoy ê di derbarê naveroka hevdîtinê de agahî dan ANF’ê, diyar kir ku dema sê mehan carekê tên civîna MPKE’yê bi CPT re dicivin.

Ozsoy destnîşan kir dema herî dawî meha Çileyê hatîn civînê heyeta CPT ji bo lêkolînê li Tirkiyê bû wan bi telefonê hevdîtin kiribû û got: “Vê carê firsenda me çêbû ku em rû bi rû hevdîtinê bikin. Me rewşa xirab a li girtîgehên Tirkiyê parve kir. Meseleya girtiyên nexweş a pir ciddî heye. Her roj cenaze tê derxistin. Ji derveyî vê li girtîgehan êşkence pir zêde bûye. Her wiha grevên birçîbûnê yên ku dom dike hene. Hema bêje bû 150 roj. Me nêrînên xwe yên derbarê bi dawî anîna van grevên birçîbûnê, tecrîda Îmraliyê, li ser neqebûlkirina van parve kirin.”

‘REXNEYÊN ME ÇÊBÛN’

Ozsoy anî ziman ku ew rayedarê ku pêre civiyayîn keseke ku ji nêz ve Tirkiyeyê dişopîne ye û got: “Ew jî di ferqê de ne, hinek rexneyên me çêbûn. Herî dawî dema hatîn hem neçûbûn Îmraliyê hem jî bi parêzerên Abdullah Ocalan re ne civiyabûn. Berî ku em bi civin hinek pirsên ku ji parêzerên Abdullah Ocalan hatîn gehiştin me. Me jî gehand rayedaran. Niha grevên birçîbûnê ya ku bi dorvegerî dom dike îhtimal heye ku şêweyê xwe biguhere, her wiha me daxwazên xwe bi israrî kirin ku berî mirin çêbibe çareseriyek çêbibe pêşkêş kirin.”

Ozsoy ê ku destnîşan kirî li gorî prensîbên xebata CPT naveroka hevdîtinê bi kesê re nayê parvekirin û wiha dom kir: “Lê baş dizanin ku mijar çiye, pirs çi ne û dişopînin. Gotin ku ew fikarên hûn jiyan dikin bi rayedarên herî serwer ên li Tirkiyê re civiyane. Lê belê ji vê zêdetir li ser naveroka axaftinê parve nekirin.”

Herî dawî Ozsoy wiha got: “Tecrîd ji bo me weke HDP’ê yek ji rojeva herî bingehîne. Nayê guhertin ji bo ku pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji niha û pêve jî di her hevdîtinên ku em bikin de wê bibe yek ji rojeva herî bingehîn.”