ÎHD û hiqûqnasan xwestin qirkirina li ser Ermenan were naskirin

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Stenbol û û Edeneyê û Baroya Amedê li dijî komkujiya 24'ê Nîsana 1915'an daxuyaniyên nivîskî weşandin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Stenbol û û Edeneyê û Baroya Amedê li dijî komkujiya 24'ê Nîsana 1915'an daxuyaniyên nivîskî weşandin. Nûnerên saziyan di daxuyaniyê de kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û xwestin heqîqet ronî bibe. 

HDK'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hêj li ser gelan komkujî berdewam dike. HDK'ê da zanîn ku Tirkiye wekî berdewama polîtîkayên dewleta Osmanî, feraseta înkar û bişaftinê didomîne. HDK'ê da zanîn ku ew ê li dijî polîtîkaên înkar û bişaftinê têkoşîna xwe berdewam bikin. 

Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Edeneyê jî daxuyaniyên nivîskî weşandin û diyar kirin ku bi komkujiyê tenê canê gelê Ermen nebûye hedef û wiha gotin: "Li Îzmit, Eskişehir, Kayseri, Sêwas, Erzirom û Wanê li dijî hemû mal û milkê Ermenan ên dîrokî û çandî yên li Anatoliyê dest bi talankirinê kirin. Mal, milk û nirxên dîrokî û çandî jî tune kirin. Hemû şopên wan tune kirin." 

Baroya Amedê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Em di 106'emîn salvegera "Felaketa Mezin" de êşa wan parve dikin. Tehcîra Ermeniyan êş û felaketa herî mezin a civakê ye. Ji ber vê yekê 24'ê Nîsanê li hemû cîhanê roja reş e."

OHD: BILA QIRKIRIN WERE QEBÛLKIRIN

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî têkildarî Komkujiya li ser Ermenan daxuyaniyek nivîskî belav kir û xwest ev qirkirin wek komkujiya li ser Ermenan were nasîn û tevahiya mafên Ermenan ên ku mexdûr bûne li wan werin vegerandin.