Şahidê qirkirina Ermeniyan bû, bû fedayiyê Hîtler…

Bersiva 24’ê Nîsana 1915’an a qirkirina Ermeniyan dest pê kir, gelo ji bo qirkirina Yahûdiyan bû ‘çavkaniya îlhamê’ an ne, di biyografiya hevalê Hîtler Max Ewrîn von Scheubner-Richter ê ‘dema darbeya Meyxaneyê’ a 1923’an hate kuştin, de veşartiye.

Li gorî gotegotan Adolf Hîtler dema plana dagirkirina Polonya û piştre Yahûdî koçber bûn û li kampên komkirinê di qirkirinê re derbas bike ku rê li ber Şerê Cîhanê yê 2’emîn veke, hinek generalan gotin: “Ma tiştekî wiha wê çawa bibe, cîhan rê nade me.” Li gorî heman gotegotan Hîtler got, “Ma vê cîhanê ji bo Ermeniyên ku li ser rêya koçberiyê hatin kuştin, deng dernexistiye, wê ji bo me deng derbixe.”

Ev gotegot li gorî hinek dîrokzanan rast e, lê li gorî hinekan jî ‘efsaneya bajaran e’ di belgeyên cihê de yekane beşê hatî piştrastkirin Hîtler di derbarê dewleta Osmanî ya 24’ê Nîsana 1915’an starta qirkirina Ermeniyan dabû, gelek tişt dizanî. Hîtler serpêhatiya bûyerên bi serê Ermeniyan hatî û li ser rêya koçberiyê qirkirina komeke etnîkî ya li ber çavê hemû cîhanê pêk hatî, ji hevalê xwe  Max Erwîn von Scheubner-Rîchter guhdar kiribû.

Max Erwîn von Scheubner-Rîchter sala 1884’an li Rîga a di nava xaka Rûsyayê de cih digire, zarokê malbatekî ‘Rojavayê Elmanya’ hatiye dinê. 19 saliya xwe li gel keçeke malbateke esilzade dizewice. Dema li Rîga ya niha paytexta Letonyayê ye zanîngeh dixwend di nava kesên li dijî ‘şoreşa 1905’an têkoşîn dikir de cih girt.  Rîchter ê demekê tevlî artêşa taybet a aliyên Çaran bû, piştî serîrakirina 1905’an û çewistandina wê ya sala 1097’an li Munîhê bi cih bû.

Rîchter piştî derbasî Munîhê bû li qada kîmyayê doxtora stend, ji bo tevlî Şerê Cîhanê yê Yekem ê 1914’an bibe, bi dildarî navê xwe ji bo Artêşa Împeratora Elman nivîsî. Li Eniya Rojava li Alaya 7’an bi cih bû, ji ber ku Rûsî baş dizanî ji bo qadên petrolê yên Rûsya yên li Qafqasan sabote bike, tevlî operasyonên veşartî dibû, bi vê armancê Mijdara 1914’an di rojên dawî de berê wî dan eniya Osmaniyan. Di rojên ewilê yên Kanûnê de gihişte Erziromê.

LI ERZIROMÊ ALÎKARÊ SEFÎRÊ ELMAN BÛ

Rîchter ê her çendî li Erziromê erka wî alîkarên Sefîrê Elman jî be, di êrîşeke ya Osmaniyan a li Qers û derdorî wê di nava tîma ku bi dizî kete nava herêma Rûsan û agir berda bîrên petrolê yên Rûsan. Ji ber ku Rûsan plana Elmanya vala derxist, Rîchter ma li Erziromê. Wan rojan Rîchter şahidî ji hemû bûyerên Osmanî yên li Erzirom û derdorî wê bi serê Ermeniyan dianî û di dema qetlîamê de bûyerên rûdayî şahidî jêre kir. Rîchter vê qirkirina mezin a sedsala 20’an weke ‘ji nefreteke nîjadî’ pênase kir weke raporekê amade kir.

Max Scheubner-Rîchter di raporan de ku ji bo sefîrê Stenbol û Wezareta Karê Derve ya Elmanya şandibûn, dîtibû ku wê Ermeniyên xistine ser rê rizgar nebin. Richter Cotmeha sala 1920’an Hîtler nas dike, kete nava kadroyên parêzvanên îdeolojiya Naziyan. Rîchter yek ji sîyasetmedarê Elman ê herî pêş ê demê û di avakirina rejîma Naziyan de bi desteka xwe ya pere rolek mezin lîst Frîtz Thyssen bi Hîtler dide naskirin.

Max Scheubner-Rîchter di demeke kin de dibe yek ji zilamê herî sadiq û bi ewle yê Hîtler. Li gorî gelek çavkaniyên dîrokî, Hîtler bi raman Naziyan a ‘Yahûdî nîjadek welê ne divê bi temamî bên tinekirin’ ku di serê sala 1920’an de şekil digirt, serî li çavdêrî, agahî û ezmûnên Rîchter ên bê ka çawa Ermenî hatin tinekirin da. Li ser gotinên Rîchter kete rê û wisa hesab kir ku çawa rojavayî li hember Ermeniyên ku bi darê zorê ji xakên wan hatin sirgûnkirin û di rê de hatin qirkirin bêdeng man, heman tişt bi serê Yahûdiyan jî bihata wê heman ba. Dîrok wê zêde bi ser de neçûba, herî zêde piştî 10-15 salan şûnde di vê mijarê de nîşanda ku wê Hîtler nehata valaderxistin, ji xwe salên dûr û dirêj cîhanê çavê xwe ji Qirkirina Yahûdiyan re girt.

DI SERHILDANA 1923’AN DE BI HÎTLER RE MIL BI MIL BÛ…

Hîtler ê 34 salî û hevalên wî hemû amadekarî kiribûn. Alîgirên wî şevek berî wê li kafe, xwaringeh û meyxaneyan hişyariyên dawî kiribû, pankart û afîş tên amadekirin û çek tên paqijkirin. Ji bo Hîtler ê ‘Gaziyê bi paye ê serpel’ ê Şerê Cîhanê yê Yekem, Munîh fersendek mezin bû. Enflasyonê bandorek mezin dikir, li Berlînê jî agahiyên kaosê hebûn.

Hîtler ê plan dikir ku biçe ser maseyek yê meyxaneyê, bi çirandina ‘Peymana Versaîlles’ a Elmanya xistiye bin deynan de destpê kir, wê ji aliyê herî başûr ê welat destpê bikira û wê berê xwe bida ba Berlînê û desthilat bixista destê xwe. Hewesa Mossolînî ya ‘Meşa Roma’ berî salekê temam kiribû girtibû. Dema Hîtler 9’ê Mijdara 1923’an saet derdorî 12:00’an nêzî 400 zilamên xwe ve ber bi Qada Feldherrnhalle ya Munîhê ve ketin rê, li aliyê wî yê çepê Max Scheubner-Rîchter hebû.

Nazî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de leşkerên Elman bi sirûda " O Deutschland hoch in Ehren" a ‘Elmanya Xwedî Rûmeta Mezin’  digotin û pêş ve diçûn. Piştî nîv saetê şûnde, çend metre mayî ji qadê re, bi bendên leşkeran re rû bi rû man. Dîsa ne rawestiyan. Çek teqiyan. Her der bû xwîn, yek ji yên ewilê birîndar bû Rîchter ê bi Hîtler re mil bi mil bû. Ev êrîşa ku bû sedema mirina 15 naziyan, Hîtler ê ji milê xwe birînar bû û reviya wê bihata girtin, wê piştî serîrakirina weke ‘darbeya meyxaneyê’ biketa dîroka Elmanya û şûnde, beşek mezin a ‘Şerê Min’ ku di rojên li zîndanê nivîsandî diyarî Max Scheubner-Rîchter bikira…

ÇAVKANÎ

Pirtûka Jurgen Gottschlîch a ‘Alîkarîdayîna Qirkirinê-Rola Elmanya Ya Di Qirkirina Ermeniyan De’ Beihilfe zum Völkermord - Deutschlands Rolle bei der Vernichtung der Armenier)

Pirtûka Wilfried Loth ve Marc Hanisch a ‘Şerê Cîhanê yê Yekem’ (Erster Weltkrieg und Dschihad) a li Elmanya di navberê salên 1914-1916’an xebatên li erdnîgariya Osmanî û taybet li Kurdistanê vedibêje.

Malpera înternetê ya bi navê https://timenote.info/de ku biyografiya - Max Scheubner-Rîchter li xwe digire.