Li Girtîgeha Tîpa F a Bandirmayê binpêkirinên mafên mirovan zêde dibe

Seyfettîn Yikar ê ku di Girtîgeha Nimreya 2’an a Tîpa F a Bandirmayê de ye bi rêya malbata xwe qala binpêkirinên mafên mirovan kir.

Seyfettîn Yikar ê ku di Girtîgeha Nimreya 2’an a Tîpa F a Bandirmayê telefonî malbata xwe kir û qala zextên li ser girtiyan kir.

Yikar diyar kir ku destûr nayê dayîn girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê û li qawîşan lêgerînên bêhiqûqî tê kirin.

Yikar got “Di qawîşên ji bo 10 kesan de em 20 kes hene. Bersivê nadin serlêdanên me yên ji bo guherandina qawîşan. Li qawîşan lêgerînên bêhiqûqî tê kirin. 6 meh ceza dan girtiyên ketine greva birçîbûnê. Rojnameyan nadin me. Tiştên bi 10 lîrayî bi 25 lîrayan difiroşin me. Xwarina girtîgehê nayê xwarin. Xwarina ku ji ber girtiyên edlî maye,didin me. Binpêkirinên mafên mirovan didome û zext li girtiyan tê kirin.”