BI DÎMEN

‘Em pêşengiyê ji avakirina civaka demokratîk re dikin’

Ciwanên ku tevlî komxebata ‘Bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk’ dibin, diyar kirin ku ew di çarçoveya perspektîfa Rêber Apo de pêşengiyê ji avakirina civaka demokratîk re dikin.

Meclîsa Ciwanan a Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi mijara ‘Bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk’ komxebatan lidar bixe. Ciwanên ku beşdarî komxebatan dibin, bi navê roleke çalak a di pêvajoya aştiyê de wê fikir û daxwazên xwe dînin holê. Ciwanên beşdarî komxebatê dibin nêrînên xwe yên li ser pêvajoyê ji ANF’ê re anîn ziman.

‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’

Avesta Ateş diyar kir ku pêvajoya aştiyê pêvajoyeke kûr û girîng e û got, “Em îro dibînin ku di nava yek ji krîzên herî giran ê serdemê de ne. Sîstema kapîtalîst bi talankirina xwezayê hebûna xwe dewam dike. Em neçar dimînin ku li hemberî vê yekê sekneke exlaqî nîşan bidin. Di rewşeke bi vî rengî de pêwîstiya me bi perspektîf û parêznameyên Rêbertî heye. Ev yek ji bo me dibe çavkaniyeke hêviyê ku kodên sîstemê kifş dike.

Banga ku Rêber Apo kir bi taybetî berpirsyariya rêxistiniyê dide jinên ciwan. Em, weke jin ên ciwan di vê çarçoveyê de tevdigerin. Weke ciwan em bi ciwanan re li hev kom dibin, dixwînin û parêznameyên Rêber Apo radigihînin. Çalakiyên me yên têkildarî pêvajoyê dewam dikin. Em bi lidarxistina komxebatan fikrên xwe yên li ser pêvajoyê nîşan didin. Em di çarçoveya perspektîfa Rêber Apo pêşengiyê ji avakirina civaka demokratîk re dikin. Em ji Rêber Apo bawer dikn.

Bêguman sîstem wê heta dawiyê şerê xwe dewam bike; lê belê em; hem ciwan hem jî gel em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji vê derê bang li ciwanan hemûyan dikim: xwe bi rêxistin bikin, bi rêxistin bikin!”

‘BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ CIWANAN’

Xwendekarê zanîngehê Berat Ozdemîr jî diyar kir ku weke ciwan ew hewl didin li her qada têkoşînê hebin û got, “Ji bo me çalakiyên bi vî rengî gelekî girîng e ku ciwan Rêber Apo fêhm bikin û tevlî pêvajoyê bibin. Di mijara xwedîderketina li pêvajoyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê ciwanan. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re divê ciwan bi têgihiştineke hîn berpirsyarane nêzî pêvajoyê bibin. Ciwan dixwazin bi berpirsyariyeke mezin rabin.

Banga ku Rêber Apo kir işaretê bi jiyaneke hevpar dike. Ciwan di aştiyê de bi rola pêşengiyê radibin. Dewlet jî di vê mijarê de divê gavên pêwîst biavêje.”