PE’yê daxwaza berdana girtiyên siyasî kir

Parlementoya Ewropayê bi biryareke ku girtî, daxwaz kir ku hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiye bên azadkirin.

Di saetên Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû li Brukselê hevdîtinan dikir de Parlamentoya Ewropayê (PE), ji bo kesên ku li Tirkiyeyê weke “girtiyên siyasî” pênase dike biryarek girt.

Di biryarê de hat xwestin ku Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya hikmên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de bê şert bê berdan.

Her wiha ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî hat xwestin ku hemû sûcdariyên li dijî wê bên betalkirin û hemû girtiyên HDP’î bên berdan û bêyî gefxwarin karibin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. 

PE’yê di biryara xwe de ji bo Seroka CHP’ê ya Bajar a Stenbolê Canan Kaftanioglû jî got ku bi fikar in.