Di Doza Kobanê de parêzeran eywan terikandin

Di rûniştina destpêkê ya Doza Kobanê de, parêzeran nerazîbûn nîşan dan ku destûr nehat dayin parêzer hemû bikevin eywanê, lewma bi serokê dadgehê re nîqaş kirin. Parêzeran piştre eywan terikandin.

Rûniştina Doza Kobanê ku 28 jê girtî 108 siyasetmedarê têde tên darizandin dest pê kir. Di navbera heyeta dadgehê û parêzeran de nîqaş derket. Parêzeran xwest ku hemû parêzerên li derve tên rawestandin bikevin eywana danişînê. Serokê Dadgehê bi hinceta pandemiyê got ku wê hejmarek parêzer bigirin eywanê û dê di vê mijarê de tavîzan nedin. Ji ber vê parêzeran got ku wê tevlî danişînê nebin. Serokê dadgehê jî ji parêzeran re got ku hûn dizanin.

Siyasetmedarên girtî Bulent Parmaksiz, Alp Altinors, Gunay Kubîlay, Nezîr Çakan, Mesût Bagçik, Zekî Çelîk, Ayşe Yagci, Bîrcan Yorûlmaz, Dîlek Yagli, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Pervîn Odûncû, Sîbel Akdenîz, Ayla Akat Ata ku navê hat xwendin dengê xwe dernexistin. Li ser SEGBÎS’ê jî siyasetmedarên girtî deng dernexistin û bersiv nedan serokê dadgehê.

Siyasetmedarên girtî li ser SEGBÎS’ê bi çepikan çalakiyê şermezarkirinê li dar dixin. 
 
Parêzeran jî bi çepikan heyeta dadgehê şermezar kirin û li meseyan dan. 
 
Nîqaşa di navbera heyeta dadgehê û parêzeran de didome. 
 
Parêzerên Wezareta Tenduristiyê, rayedarên Wezareta Karên Hundir, parêzerên Yasîn Boru, parêzerên AKP û Hur Dava’yê û parêzerên Miduriyeta Giştî ya Polisan jî li danişînê amade bûn.