Li Edeneyê parêzer Ozgur Yakût hate girtin

Li Edeneyê parêzer Ozgur Yakut ê hatibû destgîrkirin, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin.

Parêzer Ozgur Yakût ê 21’ê Nîsanê li Edeneyê hatibû destgîrkirin, karûbarên li emniyetê temam bû.

Yakût ê li emniyetê mafê xwe yê bêdengkirinê bikar anî derxistin Edliyeya Edeneyê. Yakut ê li dozgeriyê lêpirsîna wî qediya bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Edeneyê hate kirin.

Yakût ê li dadgehê karûbarên wî qediya bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin.