Enternasyonala Pêşverû: HDP ne tenê ye
Enternasyonala Pêşverû ku kesên wek Noam Chomsky, Yanîs Varufakîs û Bernîe Sanders jî di nav de ne, şandeyek şandin ji bo danişîna pêşî ya Doza Kobanê.
Enternasyonala Pêşverû ku kesên wek Noam Chomsky, Yanîs Varufakîs û Bernîe Sanders jî di nav de ne, şandeyek şandin ji bo danişîna pêşî ya Doza Kobanê.
Progressîve Înternatîonal (Enternasyonala Pêşverû) di danişîna pêşî ya Doza Kobanê de ku 26'ê Nîsanê de wê çêbibe, bi armanca piştevaniya li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) peyamek belav kir.
Li gorî rojnmaeya Duvarê Enteryonala Pêşverû ragihand ku ew ê bi şandeyekê tevlî danişînê bibin.
Di peyamê de ya bi ser nava, ''Li Tirkiyê demokrasî tê darizandin. Ji bo ku em wê biparêzin em seferber didin'', hate gotin HDP ne tenê ye.
Enternasyonala Pêşverû helwest nîşan da ji bo ku hikûemta hiqûqê weke amûra şer bi kar tînin û got, ''HDP ne tenê ye. Erdogan ku hewl dide desthilata xwe zexm bikin, bi rêya yasayan taktîkên şer an jî 'lawfare' li tevahiya Tirkiyê li dijî parêzer, nûçegihan, aktivîst û nûnerên siyasî bi kar tîne.
Têgîna lawfare sedsala 17'an derkete holê, ji 1975'an û wê de hate bikaranîn. Ev taktîk dadê dike amûreke siyasî.
Di daxuyaniyê de hate gotin ,''Enternasyonala Pêşverû ji bo berevanî li demokrasiyê bike, ji bo li dijî 'lawfare' li ber xwe bide û şahidî li doza Kobanê ya dîrokî bike, diçe Enqerê.''
Di daxuyaniyê de hate gotin Enteryasyonala Pêşverû, ''Ji bo piştevaniya li HDP'ê'' û ''ji bo sinyalekê bidin hêzên reaksîyoner ên li her deverê'' şandeya xwe dişîne Tirkiyê.
Her wiha hate gotin, ''Doza Kobanê duşemê dest pê bike lê wê 45 rojan bidome, divê hemû hêzên pêşverû yên li hemû parzemînan piştevan bin. Ji ber ku ya ku wê were darizandin wê demokratsî be û parastina wê berpirsyariya me ya dîrokî ye.''
Di şandeyê de endamê parlamentoya Polonya Macîej Konîeczny, mişawira hiqûqa sereke ya partiya Mera25 a li Yewnanîstanê Eva Ampazî û Koordînatorê Giştî yê Enteryasyonal Pêşverû Davîd Adler hene.