Kurdên li Rûsyayê ji bo Şengalê banga xwedîderketinê kirin

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê bal kişand ser êrişên li dijî Şengalê û ji gelê Kurd hate xwestin ku ji bo xwedîderketina li Şengalê hêzên xwe seferber bikin.

Bi navê yekîtiya Civaka Kurd a Navneteweyî, Rêxistina Jinên Kurd a Navneteweyî, Meclîsa Kurd a Moskowayê û Rêxistina Jinên Kurd a Moskowayê Viyan, ku Kurdên li Rûsyayê temsîl dikin, daxuyaniyek hate dayin û êrişên li ser Şengalê hatin şermezarkirin.

Bi navê yekîtiya Civaka Kurd a Navneteweyî, Rêxistina Jinên Kurd a Navneteweyî, Meclîsa Kurd a Moskowayê û Rêxistina Jinên Kurd a Moskowayê Viyan, ku Kurdên li Rûsyayê temsîl dikin, daxuyaniyek hate dayin û êrişên li ser Şengalê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hikumeta navendî ya Iraqê ji bo tunekirina destketiyên civaka Êzidî ya li Şengalê seferber bûye û hate destnîşankirin, ku li pişt van êrişan dewleta Tirk a faşîst heye.

Hevserokê Meclîsa Kurd a Moskowayê Rafîke Kamil di civînê de axivî û bi bîr xist ku li çar aliyên Kurdistanê êrişên li ser gelê Kurd zêde dibin û berxwedana li dijî van êrişan jî mezin dibe.

Kamil anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst ji bo êşa ji derba li Garê xwar ji bîr bike, dest bi êrişên nû kiriye û destnîşan kir, êirşên li ser gelê Kurd di çarçoveya konseptekê tên kirin, gelê Kurd jî tenê bi rengê yekîtiyê dikare bersivê bide van êrişan.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û hate ragihandin ku çalakiyên li dijî tecrîdê tên kirin divê bên xurtkirin.

Rafîke Kamil diyar kir ku PKK a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî li civaka Êzidî derket û Êzidî ji komkujiyê rizgar kir.

Kamil bal kişand ser êrişên li dijî civaka Êzidî û Şengalê û destnîşan kir ku ev êriş di çarçoveya polîtîkaya înkar û tunekirinê de tê kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Divê xwedî li civaka Êzidî bê derketin û hêzên Kurd ji bo civaka Êzidî seferber bibin."

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî û raya giştî ya li hemberî êrişan hate şermezarkirin û hate xwestin ku tavilê li ber van êrişan rabin.