Sancar: Em ê vê dozê pûç bikin û têkoşîna demokrasiyê geştir bikin

Beriya rûniştina pêşîn a doza Kobanê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li pêşiya dadgehê daxuyanî da û got “Em ê vê dozê pûç bikin û têkoşîna demokrasiyê geştir bikin.”

Doza Kobanê ya ku desthilatdariyê li dijî HDP’ê dabû vekirin, îro dest pê dike.

28 jê di girtîgehê de derbarê 108 kesan ev doz hatiye vekirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê, parlementer, rêveber, xizmên girtiyan, parêzer, saziyên sivîl ên civakî, nûnerên partiyê siyasî , rêxistinên mafên mirovan û heyetên ji derveyî welat vê dozê dişopînin.

Beriya rûniştinê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan li pêşiya dadgeha li Sîncanê daxuyanî dan.

Polîsan ji bo astengkirina daxuyaniyê li ser hev anons kirin û destûr nehate dayîn ku çapemenî daxuyaniyê bişopîne.

Sancar li vê derê daxuyaniyeke kurt da û got “Doza Kobanê wê niha dest pê bike. Beriya destpêkirina rûniştinê me xwest em li vir daxuyaniyê bidin lê wekî ku hûn dibînin dîwarek danîn ber me. Ev jî diyar dike ku ew ji heqîqetê ditirsin. Wan gotin qey wê di vê dozê de me têk bibin lê em ê dûre nîşanî wan bidin ku ew şaş in.

Ev dozeke siyasî ye. Dixwazin lêgerîna aştiya li Tirkiyeyê, hesreta azadiyê û hêviya demokrasiyê ji holê rakin. Em ê ji bo azadî, demokrasî û heqîqetê li ber xwe bidin.

Di heman demê de ev doza tolhildaneke siyasî ye. Desthilatdariya ku têkçûna DAÎŞ’ê ya di sala 2014’an de qebûl nekiriye û ev doz encama hêrsa wê ye. Em ê bi hev re vî tiştî pûç bikin û têkoşîna demokrasiyê geş bikin. Em ê hesabê desthilatdariyê xera bikin û vî welatî ji tasalûta otorîter rizgar bikin. Wê li vê derê heqîqet derewan, bawerî jî tirsê bidarizîne. Wê ji van eywanan cesaret belavî hemû Tirkiyeyê bibe. Em ê niha derbasî şopandina rûniştinê bin.”