BI DÎMEN

‘Roja 9’ê Tîrmehê rojeke cuda li asîmanê welêt hilat’

Dayika şehîd Şîlan Kobanê, Fatme Silêman Hebeş kêfxweşiya xwe ya bi dîtina dîmenê Rêber Apo re anî ziman û diyar kir ku roja 9`ê Tîrmehê rojeke cuda li asîmanê Kurdistanê hilat.

Piştî banga bi dîmen a Rêber Apo ku di 9`ê Tîrmehê de hat weşandin, gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di nava kêfxweşî û şahiyê de ne. Dayika şehîd Şîlan Kobanê, Fatme Silêman Hebeş der barê dîtina Rêber Apo de hestên xwe anî ziman. Dayika Fatme Silêman Hebeş wiha got; “Çawa min cara ewil Rêberê xwe dît û bi wê ruhî ez ew qasî pêve hatim girêdan, careke din ew hest di dilê min de nû bû. Ev roj ne wekî her rojê ye, ev roj rojeke nû bû û ew roj li asîmanên me cara ewil wiha bi ronî tê hildan.”

Dayika şehîd Şîlan ku neviyên xwe li dora xwe kom kir û temaşeyî wêneyê Rêber Apo û li dîmenê Rêber Apo temaşe kir û wiha domand: “Piştî ewqas sal me cara ewil wiha bi dîmen Rêberê xwe dît, ne tenê ez, lê tevahî gelê me yê li her çar parçeyê Kurdistanê wiha pê bandor bûn. Em kêfxweş û şanaz in. Em bawer in ku carek din em ê Rêberê xwe bibînin û hembêz bikin."

`DÎTINA RÊBER APO HESTEKÎ PIR CUDA DI MIN DE ÇÊKIR’

Fatme qala cara ewil dîtina xwe ya Rêber Apo kir û wiha pêde çû: “Di salên 82’an de Rêber Apo li gel hevalên xwe bûn mêvanê mala me. Me destpêkê ew nas nekir, dûre hevalan ji me re got ev Rêberê me ye. Min wê kêliyê ji hevalekî pirsî, ma Rêber Apo jî di nava wê komê de bû? Wî hevalî jî ji min re got te çawa hîs kir ku Rêberê me jî di nava wê komê de bû û got Rêberê me jî di nava wê komê de bû. Wê demê min kêfxweşiyeke cuda hîs kir ku min Rêberê xwe dîtiye."

Dayika Fatme bilêv kir ku cara duyem wê Rêber Apo li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz dîtiye û got hingî salvegera damezrandina Tevgera Azadiya Kurd bû û got: "Dema ku ez li akademiyê bûm û di nava şahiyê de bûm, keça min a di nava qûndaxê de di hembêza min de wefat kir. Wê demê bi bêdengiyekê min keça xwe bir odeyeke din û ez careke din tevlî şahiyê bûm. Dema ku şahî bi dawî bû, min ji wan re got ku keça min di hembêza min de wefat kiriye, hemû kesên li wir amade sersaxî ji min xwestin, Rêber Apo jî min dît hat destê xwe dirêjî min kir û ji min re got yadê serê te sax be, min bi rûkeniyekê got keça min bû qurbana we."

Dayika Fatme got ew ji bo dîtina Rêber Apo çûye akademiyê û wiha got: “Ez dema ku çûm min Rêberê xwe dît wê demê hestekî nayê wesifkirin di min de çêbû. Wê demê ez li akademiyê giştî geriyam min çendî dixwest ku ez li wir bim lê ji ber ewlehiyê ez vegeriyam malê."

Dayika Fatma destnîşan kir ku careke din ew hestê girêdanbûnê piştî temaşekirina dîmenê Rêber Apo di dilê wê de geş bûye û wiha bi dawî kir: “Em hîna li ser xeta Rêberê xwe ne, em li ser wê fikir û baweriyê ne, em bi Rêberê xwe ve girêdayî ne. Dema ku min wêneyê Rêberê Apo û dîmenê wî dît, hestê min zêdetir bûn. Ez di wê baweriyê de me ku em ê careke din Rêberê xwe bibînin, em ê hembêz bikin û em ê azadiya Rêberê xwe ya fîzîkî misoger bikin. 9`ê Tîrmehê rojeke cuda li asîmanê welatê me hilat, lê ew roj jî ne wekî her rojê ye. Ez jî silavên xwe ji Rêberê xwe, ji tevahî şoreşgerên welatê xwe re dişînim."