HDP'ê û HDK'ê ji bo Qirkirina Ermenan daxuyanî dan

HDP'ê û HDK'ê bal kişandin ser Qikirina Ermenan û gotin, 'Sûcê ku nehatî qebûlkirin îro jî didome.''

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Lijneya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo salvegera qirkirina Ermenan daxuyaniyeke niviskî da.

HDP'ê di daxuyaniyê de got, ''Tirkiye ev 106 sal in Qirkirina Ermenan qebûl nekiriye. Sûcê ku nehatî qebûlkirin dubare bû, ev sûcê ku nehatî qebûlkirin heta bi îro hat. Sûcê mezin bêceza ma, cihêkarî û sûcên nefretê bûne tiştên jirêzê.

HDP'ê her wiha diyar kir Qirkirina Ermenan beriya her tiştî meseleyeke mirovî, hiqûqî û civakî ye, li ser van xaka rû daye û dada wê li ser van xakan divê bi cih were.

HDK'ê jî diyar kir sûcê qirkirinê yê li ser gelê Ermen û Sûryan hê jî didome, diyar kir ji bo ku dawî li înkara qirkirina Ermen û Sûryanan were, heqê welatîbûnê yên mexdûrên qirkirinê were dayin, zengîniya wan a madî ku dest li ser hatiye danîn dîsa li wan vegerînin, înkara qirkirinê divê weke sûc were dîtin û îdeolojiya berpirsên qirkirinê were teşhîrkirin û şopên wê li ser jiyanê rabin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.