MHK: Divê hevrûyê qirkirina 1915’an bên

MHK a têkildarî salvegera qirkirina 1915 a Ermenî, Asûrî û Suryaniyan daxuyaniyek da got: “Ev gel di qada navneteweyî de heta ku vê qirkirin bi Tirkiye nede qebûlkirin, wê têkoşînê bidomîne.”

Konseya Rêveber a Kongreya Gelan a Mezopotamya (MHK) a daxuyaniyek nivîskî salvegera qirkirina Ermen, Asûrî-Suryanî şermezar kir got: “Di vê qirkirinê de 1,5 milyon Ermenî, nîv milyon Asûrî-Suryanî hatin qetilkirin. Bi sedahezaran mirov yan kirin Misilman an jî belavî çar aliyên cîhanê bûn. Cemiyeta Îttihat û Teraqî, Mehsûsa Teşkîlati û Alayên Hemîdî yên di vê qetlîamê de rol lîstin sûcên mirovahiyê kirin.

Eger serokkomarê sembola dewletê be, ji derveyî gelên Misilman dibêje ‘Gawir’ wê demê pirsgirêkek heye. Li qadan mirov kom dibin û li ser ekranên televîzyonan ji bo yên li wî dinêre dibêje; yek milet, yek welat, yek dewlet û yek ziman. Ji bo van girseyan dibêje ji derveyî Tirkan ti kes din tîne. Îkar dewam e.

Heta ku hevrûyê qetlîama 1915’an neyê kirin, Dewleta Komarê ya Tirkiye qirkirinê qebûl neke û ji qûrbaniyên Ermenî, Asûrî-Suryanî, gelên Pantûsê lêborîn nexwaze, gundên hatin xestpkirin, dêr, manastir, dibistan û xwediyên malan radestî wan nekin, ev birîn nayê cebirîn û kewîn, ev gel heta di qada navneteweyî de qirkirinê bi Tirkiye nede erêkirin, wê dev ji têkoşînê bernede.

Hetan niha xebatên hatin kirin di qada navneteweyî de qirkirin li şaredariyên herêmî, parlementoyê netewî qebûl kiriye. Xebatên ji niha û şûnde bên kirin, wê ji bo hikûmet qirkirinê qebûl bike, bên kirin.

Di ketina sala 106’an a Qirkirina SEYFO’yê de dewleta komarê ya Tirkiye ku ev qirkirin amade kir û pêk anî hê jî gotina ‘qaşo’ pênase dike, bi tundî şermezar dikin.”