Jinên Tîrêjên Rojê febrîqeyek, 12 wesayit û nuqteyeke polîsan şewitandin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku 23 û 24'ê Nîsanê herî kêm 12 wesayit, febrîqeyek û nuqteyeke polîsan şewitandine.

Di daxuyaniyê de işaret bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Metîna, Zap û Avaşînê hate kirin û hate gotin, "Li dijî van êrişên dagirkeriyê, ji îro û pê ve em ê li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xwe zêde bikin û nîşanî dost û dijminan bidin ku gerîla ne bi tenê ye."

Li gorî daxuyaniya însiyatîfê çalakiyên ku 23 û 24'ê Nîsanê hatin lidarxistin wiha ne:

"Li Yeşîlkoy a Stenbolê 3 wesayitên luks ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin. Li Sîlîvrî ya Stenbolê 4 wesayitên Ocaxên Ulkucuyan hatin şewitandin.

Li Kuçukçekmece ya Stenbolê 5 wesayitên barbarên tecawizkar û faşîst ên AKP-MHP'ê hatin şewitandin.

Li Gebze ya Kocaeliyê febrîqeyeke hilberîna alavên mutbexê yê karsazên AKP'î ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin û xisareke mezin a madî li febrîqeyê bû.

Li Buyukçekmece ya Stenbolê li dijî polîsên dewleta Tirk a faşîst çalakiyek hate lidarxistin. Bi teqemeniyan û molokofkokteylan xisareke mezin li wesayitên polîsan bû û polîsek birîndar bû. Polîsên ku ketin nava panîkê ji tirsa li derdorê reşandin û nuqteya kontrolê vala kirin. Yekîneyên me piştî çalakiyê bi rengekî ewle ji herêmê çûn."