ÎHD Îzmîr rewşenbîrên Ermen ku hatin qetilkirin bi bîr anî

Şûbeya Îzmîrê ya ÎHD'ê rewşenbîrên Ermen ku dema destgîrkirinê hatin qetilkirin bi bîr anî.

Şûbeya Îzmîrê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) vê hefiyê di çalakiya 'Bila nebedî bêne dîtin, berpirs bêne darizandin'' de, reşenbîrên Ermen ku li Stenbolê hatibûn destgîrkirin û qetilkirin bi bîr anî. Rêveberê ÎHD'ê Caner Canli diyar kir 24'ê Nîsana 1915'an deqeke tarî ta dîrokî ye û got bi fermanda Wezîrê Karê Navxwe yê hikûmeta Îttîhat û Terakkî Talat Beg li Stenbolê 250 Ermen hatine destgîrkirin û nebedîkirin.

Canli got ev dîrok destpêka wê ye ku hebûna Ermenan bi destê dewletê hatiye tinekirin.