ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin, wê bê şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di sala 9'an de ye, vê hefteyê bi koma ji bajarê Dortmundê yê Elmanyayê dewam dike.

TJK-E'yê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da û got, "Berxwedana li dijî van êrişên dagirkeriyê ne tenê karê gerîla ye, ji bo her Kurdekî bi rûmet, her jin, sosyalîst, gelên herêmê û raya giştî yıa demokratîk berpirsyarî ye."

Berxwedêrên Kobanê diyar kirin ku serhildan û nobeda li ser sînor a gelê Bakur ji bo Berxwedana Kobanê bû ruh û wiha axivîn: "Berxwedana Kobanê mirovahî parast. Yên ku divê bên darizandin berxwedan û HDP nîne, yên bên darizandin DAÎŞ û piştevanên DAÎŞ'ê ne."

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku heke di vê sedsalê de zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, ew ziman êdî yê nemanê ye û got: "Divê beşên civakê yên xwende, nexwende, yên rêxistinkirî, bi hev re bi Kurdî bidin û bistînin. Ziman gava neyê axaftin winda dibe, kor dibe, dewlemendiya xwe, gencîneya xwe ya zimanî ya encama hezaren salan winda dike, ziyan digihîjê û derbê dixwe. Bi vê re jî netewe winda dibe."

Li Zelandaya Nû ku tê xwestin, kişandina çixareyê bi temamî bê qedandin, hikumetê dixwaze kişandina çixareyê li mirovên piştî sala 2004'an ji dayik bûne qedexe bike. Ev pêkanîn di heman demê de bûye cihê fikaran.

Piştî xwepêşandan û şerê li Qûdsê yê ku bi rojane dewam dikin, polîsên Îsraîlê herêmek ku li Fîlîstîniyan hatibû girtin ji nû ve lê vekirin.

Di êrişên cuda de yên li dijî hêzên ewlekariyê yên Efganistanê hatin kirin, herî kêm 12 polîsan jiyana xwe ji dest dan.