ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Parlementera PE’yê Evîn Încîr û Brando Benîfeî ku Demokratên Sosyal temsîl dikin, wê weke çavdêr tevlî doza Kobanê ku wê roja Duşemê destpê bike, bibin.

Bersiva 24’ê Nîsana 1915’an a qirkirina Ermeniyan destpê kir, gelo ji bo qirkirina Yahûdiyan bû ‘çavkaniya îlhamê’ an ne, di biyografiya hevalê Hîtler Max Ewrîn von Scheubner-Richter ê ‘dema darbeya Meyxaneyê’ a 1923’an hate kuştin, de veşartiye.

AKP keleha Wanê kire qada şantiyeyê, bi navê parastinê di nav betonê de hiştiye.

Çalakiyên Xizmên Winda û Dayikên Şemiyê bê şopandin.

Leşkerên Qereqola Beydogan a Ebexê kolberê Kurd Hasan Keçelanlû bi êşkenceyê qetil kir, dîsa Behnam Semedî bi êşkenceyê giran birîndar kir. Serlêdanên malbatê ya girtina cenazeyê Keçelanlû, ji aliyê dewleta Tirk ve nayê qebûlkirin.

Wê çalakiyên têkildarî salvegera qirkirina Ermeniyan bên şopandin.