ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin, wê bê şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşîn ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Berxwedana zindanan ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 150'î de ye.

Berxwedana Kobanê bi çi rengî dest pê kir û bi milyonan mirovî çawa dan pey? Serketina Kobanê çawa pêk hat? Dewleta Tirk piştî serketinê çima êriş bir ser piştevanên berxwedanê? Îsmet Şêx qala pêvajoya ji Berxwedana Kobanê heta 'Doza Kobanî' kir.

Eşkere bû ku piştî êrişa faşîstên Tirk a meha Tebaxê, dozgeriya bajarê Welsê ya Awûstûryayê têkildarî sîxurê MÎT'ê îdîaname amade kiriye. Hate ragihandin ku sîxur 2 salan agahiyên li ser Kurdan daye MÎT'ê. Tê xwestin ku sîxur bi 3 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Ji ber germahiya global asta avê ya li okyanûsan bilind dibe. Li peravên eyaleta Carolina Bakur talana daristanan jî asta vê hilweşînê radixe pêş çavan.