Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 30’emîn, di roja 149’emîn de berdewam dike.
MEXMÛR
Çalakiya grevê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a 18’ê Kanûna 2020’ê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hatibû destpêkirin di roja 128’an de ye.
YEWNANISTAN
Bi haman armancê çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistan a bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hatibû destpêkirin jî di roja 111’an de ye.