Berxwedana li zindanan 150 roj in didome: Girtî bi biryar in

Berxwedana zindanan ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 150'î de ye.

Çalakiya bêdem û dorveger a ku 27'ê Mijdara 2020'î li girtîgehan dest pê kir, bi, koma 30'î dewam dike.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji roja ku berxwedana zindanan destpê kiriye, zext û êrişên li ser girtiyan zêde kiriye. Bi hincetên pûç diavêjin ser koxûşan, cezayên dîsîplînê li girtiyan tê birîn, nayên berdan, destûr nayê dayin ku girtî lîmon, xwê û şekir bikirin.

150 roj in her roj êrişên bi vî rengî li girtiyan têne kirin, lê girtiyan gavekê jî bi paş ve neavêtin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe destnîşan kirin ku heta tecrîd neyê bidawîkirin wê greva birçîbûnê neqedînin.

RÊBERÊ GELÊ KURD: DEWLET BI RENGEKÎ GELEKÎ XETERE TEVDIGERE

Gelê Kurd dixwaze ku dawî li tecrîdê bê anîn û Rêberê Gelê Kurd azad bibe, lê belê desthilatdariya Tirk bi rengekî xetere û necidî tevdigere. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25'ê Adarê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî. Piştî çend deqeyan telefon hate birîn.

Mehmet Ocalan dema ku qala vê axaftinê kir, wiha behsa gotinên Rêberê Gelê Kurd kir: "Kekê min ji bo vê rewşê got, 'Hem tu hem jî dewlet şaş dikin. Sedema wê jî ev e; saleke bi ti awayî hevdîtin nîne. Cihê vê yekê ne di nava hiqûqa dewletê de ne jî di nava hiqûqeke cuda de nîne. Hatina te şaş e û gelekî metirsîdar e. Dewlet jî gelekî xetere ye. Ev tiştekî rast nîne. Eger hevdîtinek pêk were divê di çarçoveya hiqûqî de be. Nabe ku piştî salekê li gorî dilê xwe bi telefonê hevdîtinê bidin kirin'. Serok dubare dubare got, 'Ev tişta hûn dikin gelekî şaş e. Dewlet jî bi rengekî şaş tevdigere, hûn jî. Ev hiqûqî nîne, rast jî nîne. Ev ti carî nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de metirsîdar e. Gelo haya we jê heye ku hûn çi dikin? Ez dixwazim ku parêzerên min bên vê derê û hevdîtinê bi min re bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk wê dema bê çawa be? Ev pirsgirêk tenê bi hiqûqê dikare çareser bibe. Çima nayên vir? Eger hevdîtinek wê bibe divê bi parêzeran re bibe. Ji ber ku ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.

Ez naxwazim kes ji bo min li greva birçîbûnê û li zindanan bimire. Min ev berê jî gotibû, niha jî dibêjim. Pêwîstî bi vê nîne. Ev tiştekî gelekî giran e. Divê hûn vê bibînin."

Girtiyan, Kurdan û raya giştî ya demokratîk ev axaftina bi telefonê weke bidawîbûna tecrîdê nedîtin, berevajî; weke kûrkirina tecrîdê şîrove kirin. Bi taybetî qutbûna telefonê ji nişka ve bû sedema fikar û nerazîbûnên mezin. Girtiyan jî berxwedana xwe dewam kirin.

'BI MILYONAN MIROV DAXWAZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIKIN'

HDP'ê jî têkildarî qutbûna telefonê daxuyaniyek da. Berdevka Partiyê Ebrû Gunay pirsa "Li Îmraliyê çi dibe?" kir û ev daxuyanî da: "Axaftina bi telefonê fikar bi dawî nekiriye, berevajî vê yekê zêde kiriye. Li qada Newrozê bi milyonan mirovî xwestin ku Ocalan êdî azad bibe. Yên ku bi agirê Newrozê welat ronî kirin, xwedî li îradeya çareseriyê ya Birêz Ocalan derketin ku di Newroza 2013'an de ji cîhanê re hate ragihandin."

Desteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a HDP'ê jî di çarçoveya kampanya 'Destpêkê edalet' de di 31'ê Adarê de li Mêrdînê forûma 'Edalet ji bo îradeya gelan' li dar xist û di encamnameya wê de bal kişand ser tecrîdê. Di encamnameyê de hate gotin, "Tecrîda li Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan, welêt ber bi felaketeke mezintir û tarîtiyê ve dibe."

Heyetên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) jî di serdanên xwe de yên bi dirûşma "Em li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin bikin" tecrîda li Îmraliyê kirin rojeva xwe ya sereke. Gel û siyasetmedar ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê li hev civiyan û peyam dan. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk got, "Abdullah Ocalan em in. Ev tecrîd li dijî me ye."

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) di konrgeya xwe ya 2'emîn a Asayî de ya 30'ê Adarê hate lidarxistin, nerazîbûn nîşanî tecrîdê da. Di peyamên kongreyê de hate destnîşankirin ku rojeva sereke divê bidawîkirina tecrîdê be.

PROTESTO Û DAXWAZNAMEYÊN GIRTIYAN

Di vê navberê de li gel greva birçîbûnê ya li girtîgehan, girtî bi her rê û rêbazê li ber tecrîdê radibin. Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê bi malbatên xwe re tenê ji bo 4 deqeyan bi telefonê axivîn û bi vî rengî qutbûna telefona bi Ocalan re şermezar kirin.

Siyasetmedar Sebahat Tûncel a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmara 1'ê ya Kandirayê dîlgirtî ye, ji bo bidawîkirina tecrîdê daxwaznameyek ji Wezareta Edaletê re nivîsî. Di daxwaznameyê de ku 23'ê Adarê hate şandin wiha hate gotin: "Heta ku siyaseta neçareseriyê, tecrîd û îzolasyon dewam bike, krîz wê kûrtir bibe."

EWROPA XWEDÎ LI NIRXÊN XWE JÎ DERNAKEVE

Tecrîda li Îmraliyê hevkariya qirêj a dewletan jî eşkere kir. Dewlet û saziyên Ewropayê ku xwedî li nirxên xwe yên demokratîk dernakevin, bi binpêkirina hiqûqa gerdûnî li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bêdeng dimînin.

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) têkildarî tecrîda li Îmraliyê rapor nivîsandibe jî ji bo bicihanîna van raporan gaveke berbiçav neavêtiye. Her wiha dewlet û saziyên Ewropayê ji bo bicihanîna raporên CPT, ji bo dewleta Tirk peymanên navneteweyî bi cih bîne, wezîfeya xwe nekirine. Ji ber berjewendiyên xwe yên aborî sûcên desthilatdariya AKP-MHP'ê ji nedîtî ve tên.

MEXMÛR Û YEWNANISTAN

Li Kampa Mexmûrê bi pêşengiya jinan li dijî tecrîdê di 18'ê Kanûna 2020'î de greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan pêk tê di roja 129'an de ye.

Li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî greva birçîbûnê di roja 112'an de ye. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê pêk tê.