Di doza Somayê de biryara navberê tê dayîn

8. rûniştina doza têkildarî karesata Somayê de hatibû vekirin, destpê kir. Tê payîn ku heyeta dadgehê îro wê biryar navbera xwe bide.

Sala buhrî li navçeya Soma ya Manîsayê li Kana Madenê ya Eynez di karesata ku pêk hat de 301 karkerên madene jiyana xwe ji dest dan. Di doza têkildarî bûyerê de hat vekirin 8 jê girtî der heqê 45 kesan de bi hinceta ‘ji qestî kes kuştine’ doz hat vekirin û rûniştina 8. destpê kir. Beriya rûniştina ku li Navenda Çanda Bulent Cîgerlîoglu ya Akhîsarê destpê kir, bi hezaran polîsên ku ji bajarên derdorê anîbûn, li dora avahiyê tedbîr girtin û malbatên karkerên jiyana xwe ji dest dan, parêzer, rojnameger piştî lêgerîna ku hatin kirin, girtin salonê.

Tê payîn ku heyeta dadgehê wê îro biryar navberê bide.