'AKP her roj êşên nû li êşên gelan zêde dike'
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê got, "Hikûmeta AKP'ê bi polîtîka û gotinên xwe re her roj êşên nû li êşên gelan zêde dike."
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê got, "Hikûmeta AKP'ê bi polîtîka û gotinên xwe re her roj êşên nû li êşên gelan zêde dike."
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê ji ber 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyek da û got, "Hikûmeta AKP'ê bi polîtîka û gotinên xwe re her roj êşên nû li êşên gelan zêde dike."
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê di xuyaniya xwe de ragihand ku qirkirinên di dema modern a kapîtalîst de bi serê gelan de hatine, sûcê li dijî mirovahiyê ne. Komîteyê, qirkirinên ku berhemeke modernîteya kapîtalîst, mekanîzmaya netewe dewlet, neteweperestî û zîhniyeta nîjadperestiyê ye, lanet kir û mexdûrên van komkujiyan bibîr anî.
Komîteyê got, "Weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, ji bo ev qirkirin careke din rû nedin, em bang li her kesî dikin ku di bin neteweya demokratîk û ala welatê hevpar de jiyaneke biratiyê bi hev re ava bikin" û destnîşan kir ku Qirkirina Ermeniyan karesata herî trajîk a di destpêka sedsala 20'an de qewimiye.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Partiya Îttîhat Terrakî ya xwest hebûna Împaratoriya Osmanî ya têk diçû bi îsîsmara ol û neteweperestiyê dewam bike, qirkirina çandî û fîzîkî aniye serê gelên Anatoliyê û Mezopotamyayê û hat gotin, "Îttîhatvanên modernîst ên netewe dewletiyê, bi van polîtîkayên xwe re xwestin xaka Anatolî û Mezopotamyayê ya ji aliyê nasname û çandan ve dewlemend e, veguherîne goristana gelan. Di nava van pêkanînên hovane de bêguman ya herî dijwar Qirkirina Ermenî û Asûrî-Suryaniyan e" û diyar kir ku Qirkirina Ermeniyan a komek ji paşayên Osmanî yekser jê berpirsyar in, gemariyek li dîroka biratiyê ya xaka Anatolî û Mezopotamya hatiye xistin e.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê da xuyakirin ku AKP a polîtîkayên îstîsmara dîn û neteweperestiyê didomîne, li şûna naskirina qirkirinê û çareseriya pirsgirêkan, bi gotinên şaş hewl dide ser qirkirina ku di bîra mirovan de hînê zindî ye bixinumîne û got, "Hikûmeta AKP'ê bi polîtîka û gotinên xwe re, her roj êşên nû li êşên gelan zêde dike. Bi taybetî di salên dawî de dewlet û hikûmet, ji bo qirkirinê veşêrin, hewl didin berpisyariya yên qewimîne bixe situyê gelan. Divê were zanîn ku ev hewldan bi kêr nayê. Wê hêza wan têrê neke ku bi van polîtîkayên zexel re biratiya navbera gelên me xera bikin. Ji ber bîranîna 100. salvegera qirkirina li hemberî gelê Ermenî hat kirin em careke din dixwazin bêjin, ku gelan hev qir nekirine û wê nekin."
KCK'ê da zanîn ku gelên Rojhilata Navîn bi hezaran salan li heman xakê bi hev re di nava biratiyê de jiyane û got, "Ji ber vê yekê banga me li gelên me ye; berpirsyarên qirkirinê neteweperest û serdestên îstîsmarkarên ol in. Yên ku bawer kirin bi neteweperestiyê bigihêjin armancên xwe yên desthilatdariyê, destilatdarên hatin lîstikên emperyalîstan û gel bikaranîn, berpirsyar in. Û yên ku îro hewl didin qirkirina 1915'an û qirkirinê piştî wê dewam kirin ji hiş û bîra mirovan derxînin, hevparê vî sûcî ne.
Di serî de qirkirinên ji ber siyaseta netewe dewlet a yekperestiyê, polîtîkaya herî rast a çareserkirina hemû pirsgirêkan neteweya demokratîk e. Xwedîderketina li bîranîna mexdûran, jêbirina deq û qirêjiya qirkirinê ya li xaka Anatolî û Mezopotamyayê hat xistin, wê bi avakirina neteweya demokratîk û welatê hevpar pêk were. Bi vê avakirinê re wê di navbera gelan de biratî û yekîtiya demokratîk bi pêş bikeve. Bi hişmendiya neteweya demokratîk û welatê hevpar re avakirina pêşerojekê, rêya herî bi bandor a pêşîgirtina li komkujiyan e."
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê got, "Di salvegera 100. de, em bi sed hezaran mirovên di Qirkirina Ermeniyan, Qirkirina Asûrî Suryaniyan de jiyana xwe ji dest dane bi hestên dostanî û biratiyê bibîr tînin û desthilatdarên zalim jî bi hêrseke mezin bibîr tînin" û destnîşan kir ku rênedana qirkirinên nû yên fîzîkî û çandî, wê rêbaza rast a hesabpirsînê be. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, gel wê bi têkoşîna hevpar a demokratîk re nehêlin ku careke din dijminên mirovahiyê yên li hundir û derve barbariyeke bi vî rengî bikin.