Fîlor Ûrûk yek ji namzetên parlamenteriyê yên jin ên herî rengîn ên HDP'ê ye. Fîlor a Ermenî, ruhê HDP'ê ya hembêzkirina bindestan nîşan dide. Fîlor, ji Qirkirina Ermeniyan heta namzetiya xwe ya li nava HDP'ê, nêrînên xwe bi ANF'ê re parve kir.
ZEYNEP KÛRAY / ANF
STENBOL
pêncşem, 23 avrêlê 2015, 07:00
Fîlor Ûrûk yek ji namzetên parlamenteriyê yên jin ên herî rengîn ên HDP'ê ye. Fîlor a Ermenî, ruhê HDP'ê ya hembêzkirina bindestan nîşan dide. Fîlor, ji Qirkirina Ermeniyan heta namzetiya xwe ya li nava HDP'ê, nêrînên xwe bi ANF'ê re parve kir.
Hûn dikarin xwe bidin naskirin?
Di sala 1960'î de li Samatya ji dayik bûm, jineke Ermenî, dayika du zaroka im. Debara xwe bi karên dirûtinê dikim. Di çarçoveya hişmendiya Ermenî û jinbûyînê de, min di temenê biçûk de têkoşîn naskir. Di sala 1991'ê de di dema tifaqa hPartiya Kedê ya Gel (HEP) û Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrat (SHP) de bi awayekî aktîf min di nava xebatên hilbijartinê de cih girt. Demekê min di nava Partiya Piştevanî û Azadiyê, piştre jî di nava Partiya Keskan de min cih girt. Di sala 1999'an de dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî re anîn Tirkiyeyê, dema siyasetiyan bi rêya wî heqaret li Ermeniyan kirin, ez di hilbijartinên herêmî Yên heman herêmê de li taxa Samatya bi nasnameya xwe ya Ermenî bûm namzetê keyatiyê. Û di vê çarçoveyê de yekemcar min dest bi kampanyayeke hilbijartinê ya bi pir zimanî kir. Tevî propaganda reşkirinê ya li hemberî me jî, di hilbijartinê de min di rêza duyemîn de cih girt. Ew dem ji bo wergirtina tecrûbe û peydakirina têkiliyan girîng bû.
WEKE JINEKE ERMENÎ EZ DIZANIM BÊ JI XWE NEDÎTIN ÇIYE
- We çawa HDP nas kirin?
Di serî de HDP bi hemû gelên bindest re di nava piştevaniyê de bûm. Weke jineke Ermenî ez dizanim bê ji xwe nedîtin tê çi wateyê. Min, polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li hemberî gelê Kurd di kûrahiya dilê xwe hîs kir û li qada siyasî di her pêvajoyê de min destek da Tevgera Azadiyê ya Kurd. Ev destek car carna bû têkoşîna mil bi mil. Di sala 2011'an de di nava Bloka Demokrasî, Azadî û Kedê de min xebatên hilbijartinê meşand. Di vê demê de min ji terora dewletê ya li hemberî pêkhateyên BDP'yî re şahidî kir. Ev dem di heman demê de dema bilindbûna şer bû. Her roj nûçeyên li ser mirina leşker û gerîlayan dihatin. Di wê demê de li aştiya ku pêwîstiya me bi lezgînî pê heye fikirîm, bi şiyara 'di nava merc û mafên wekhev de bi zimanên dayikê aştî' min projeya bi navê 'tu jî ji bo aştiyê çarikekê girê bide' da destpêkirin. Vê projeyê li tevahiya cîhanê deng veda. Di dema avabûna HDK'ê de min li meclîsa giştî wezîfe girt û têkoşîna xwe dewam kir. Îro em êdî hemû di bin sîwanê HDP'ê de têdikoş in.
"POR SOR" A GELAN
- Ji bilî vê projeyê gelek kampanyayên we yên deng vedan hebûn. Hûn dikarin bi kurtasî behsa wan bikin?
Ji sala 1999'an û vir ve gelek proje û kampanyayan dimeşînim. Lê belê ji ber ku di wê demê de medya civakî zêde nebû, nedihat bihîstin. Di erdheja 1999'an de sê mehan ez li wargeha ji konan mam, min hewl da alîkariyê bidim rehabîlîtasyona jinan. Bi erdhejzedeyan re me eşyayên diyariyê çêkirin, firotin kolejan û bi vî rengî derfetên jiyanê ji wan er afirand. Hînê jî têkiliya me ya bi erdhejzedeyan re qut nebûye. Di dema erdheja Wanê de jî li Stenbolê me xebateke bi heman rengî dan destpêkirin. Bi rêya HDK'ê min alîkarî şand. Diyariyên ji motîfên Wanê min çêkir. Bi vê rê re min hem hewl da erdheja Wanê bidim xuyakirin hem jî ji bo piştevaniyê mirovan bixim nava tevgerê. Dema komkujiya Roboskî rû da, bi Însiyatîfa Biratî Piştevanî û Çandê ya Samatya re, me her sal ji bo yên jiyana xwe ji dest dan, bîranîn lidar xistin. Ji bo kiryar werin dîtin û darizandin me îmze kom kirin. Ji bo gelek koçberên Sûriyeyî yên ji ber şer neçar man xwe li Tirkiyeyê bigirin, me hewl da bersivê bidin pêwîstiyên wan ên tenduristî, stargeh, xwarin û vexwarinê. Hînê jî bi koçberên ji Sûriyeyê hatine re di nava piştevaniyê de me. Ji bo Şengaliyên rastî terora DAIŞ'ê hatin min kampanyayek da destpêkirin û vê kampanyayê li gelek welatan deng veda. Tevî kincên me ji bo mexdûrên jin dirûtin, her wiha 2 hezar behlîf û 2 hezar betanî me amade kir. Dema DAIŞ'ê Kobanê dorpêç kir bi hevaleke xwe ya Tirk û Elewî re me qemyonek bi eşyayên diyariyê dagirt û em çûn Pirsûsê. Li wê derê ji bo atolyeyeke dirûtinê ava bike, me dest bi kar kir. Di encama xebateke piştevaniyê de bi 2 makîneyên dirûtinê re me ji tevahiya zarokên li wargeha ji konan eşfomanên ji polar çêkirin. Tevî ku em bi zimanê hev nizanîbûn jî gelekî nêzî hev bûn. Ez bûm "Por Sor" a wan. Dûre min ev xebat berfireh kir û ji bo di karê ji nû ve avakirina Şengal û Kobanê de were bikaranîn, makîneyên pîşesaziyê yên di atolyeyên konfensiyonê de werin bikaranîn, min şand Pirsûsê. Herî dawî ji bo azadiya jinên ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatine girtin bi şiyara "Heta jina dawî azad bibe" kampanyayek da destpêkirin.
NAVNÎŞANA JI NÛ VE ZINDÎBÛNA ÇANDAN
- We bi çi rengî biryar dan ji HDP'ê bibin namzet?
Ez nebûm namzet, weke namzet hatim nîşandan. Yekane rêxistina siyasî ya Ermeniyên li Tirkiyeyê nor Zartonk ji bo min namzet nîşan bide du mehan ked da. Min ev pêşniyar ji hemû hevalên di nava Biratî Piştevanî û Çandê ya Samatya re ragihand. Bi wan re min biryar da.
- Çima we HDP hilbijartin?
Ji ber ku wekhevî û azadiya gelên ji aliyê rejîmên Osmanî û Komarê ve hatine tinekirin û tinehesibandin diparêze û soza avakirina jiyaneke nû dide min HDP hilbijart. Ji bo gotina xwe bi xwe bilêv bikim, min HDP hilbijart. Ji ber ku mûxatabê bingehîn ê mijarên Ermeniyan eleqedar dike Ermenî ne, min HDP hilbijart. Ji ber ku derfetên xwe îfadekirinê dide jinan û hemû derdorên derve hatine hiştin, min HDP hilbijart. Li dijî yekkirinê, ji bo ji nû ve indîbûna hemû bawerî û çandên hewl hatine dayîn bên asîmîlekirin, min HDP hilbijart.
- Li gorî we heta niha cihêrengî li Meclîsê hatine temsîlkirin?
Heta roja îro em li Meclîseke hemû cihêrengî tine hesibandiye re rû bi rû man. Di hilbijartinên 2011'an de HDP'ê parlamenterê Suryanî Erol Dora derbasî Meclîsê kir û ev kêmasî şikand. Lê belê vê yekê têrê nekir.
BI HDP'Ê MECLÎSA GEWR WÊ RENGÎN BIBE!
- Hûnê vê kêmasiyê bi HDP'ê re ji holê rakin?
Beriya her tiştî wê Meclîs wekîlên ku wateya nav û paşnavê wan nizane û di stuyê wan de xaç heye, nas bike. Meclîsa gewr wê bi wekîlên HDP'yî re rengîn bibe, dewlemend bibe. Wekîlên ji baweriya Xiristiyan, dibe ku ji bo îbadetê li meclîsê şapel bixwazin. Weke şexs ez ê weke parlamenterekî vî mafî bixwazim.
GOTINÊN ERDOGAN MÎNA DEWAMA 1915'AN E
- Ji 100. salvegea Qirkirina Ermeniyan rojek ma. Hûn helwesta Tirkiyeyê ku bi eks qirkirinê nas nake, çawa dinirxînin. Bi dîtina we divê li Tirkiyeyê polîtîkaya dewletê ya li hemberî Ermeniyan were guhertin?
Bersiva vê pirsê di gotinên Serokkomar Erdogan de tê dîtin. Serokkomar paşeroja 4 hezar salî ya vê xakê tine hesiband, gefa tehcîrê li Ermeniyên ku nifûsa wan a giştî 100 hezar nîne xwar û der heqê qirkirna 1915'an de got, 'Ermeniyan bi xwe deriyên tehcîrê vekirin'. Di şert û mercên roja îro de jî zîhniyeteke bi vî rengî ya tehdîtkar û înkarê heye. Di vê rewşê de mirov dikare behsa guhertina polîtîkaya dewletê ya li hemberî Ermeniyan bikin? Ev gotin, mîna dewama 1915'an e. Hema bêjin hemû dewletên cîhanê Qirkirina Ermeniyan qebûl kiriye, lê Tirkiye qebûl nake...Bêguman divê Tirkiye qirkirinê nas bike û lêborînê bixwaze.