KJK: Em Qirkirina Ermenî, Asûrî-Suryanî lanet dikin
KJK'ê di salvegera 100. de qirkirina gelên Ermenî û Asûrî-Suryanî lanet û şermezar kir.
KJK'ê di salvegera 100. de qirkirina gelên Ermenî û Asûrî-Suryanî lanet û şermezar kir.
KJK'ê di salvegera 100. de qirkirina gelên Ermenî û Asûrî-Suryanî lanet û şermezar kir. KJK'ê got, "Em bang li tevahiya gelên Rojhilata Navîn dikin ku bi vê dîroka bi êş û encamên wê re rû bi rû bimînin, li dijî her şêwe polîtîka û gefên qirkirinê bisekinin û têkoşîna demokrasî û aştiyeke bi vîn û zane, xurt bikin."
Koordînasyona KJK'ê der barê Qirkirina Ermenî û Asûrî-Suryaniyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Zêdeyî sed sal in bi neteweperestiya netewe-dewlet a tê ferzkirin re gelên li Rojhilata Navîn li hemberî hev tên şerkirin. Rêbaza sereke ya serdestên herêmê yên modernîteya kapîtalîst, înkarkirina gel û cihêrengiyên olî-çandî, asîmîlasyon û derxistina pevçûna di navbera gelan de ye. Neteweperestî, desthilatdarî, olperestî, mehzebperestî û zayendîparêzî, bingehên jêrîn ên îdeolojîk ên van polîtîkayên qirkirinê ne. Zêdeyî sed sal in bi van polîtîkayan re bêhn li gelan hatiye çikandin."
Di dewama daxuyaniya KJK'ê de ev xal hatin destnîşankirin:
"Halbûkê gel ji aliyê dîrokî-çandî ve, mîna her roganîzmayên ruhber, rêxistinbûyînên nerm in; têkiliya di navbera gelan de demokratîk û çandî ye. Rewşa siyasî, kevneşopî û çrastiya hezar salî ya Rojhilata Navîn mînakek herî balkêş a bihevrebûna ruhber û cihêrengiyan e, ku li ti devera cîhanê bi qasî wê nayê dîtin. Di rêyên Helep-Şam-Riha-Amed-Îsfahan-Kûm-Îskenderiyeyê, mezintirîn herikîna çand, dil û zanistiyê ya dîrokê pêk hatiye. Ti ji despotîzman nekariye pêşî li vê herikînê bigire. Komkujî û polîtîkayên qirkirinê, ti carî bi qasî yên sedsala 20'an ku bi destê modernîteya kapîtalîst hatin meşandin, rêkûpêk û tinekar nebûn.
Modernîteya kapîtalîst bi polîtîkayên qirkirinê ket nava Rojhilata Navîn. Gel û bawerî bûne hedefa herî mezin a van polîtîkayên qirkirinê. Ermenî, Asûrî-Suryanî, Pontûs, Kurd, Çerkez û gelek gel û baweriyên din di destpêka salên 1900'î de li qirkirineke rêkûpêk rast hatin. Dema 30-40 salî ya ji destpêka salên 1900 destpê dike, pêvajoya ku herî zêde hêzên kapîtalîst ên navneteweyî bi serkêşiya Brîtanya, Fransa û dûre jî Amerîka, xwe li Rojhilata Navîn bicih kiriye. Di sala 100. a Qirkirina gelên Ermenî û Asûrî-Suryanî ya bi destê Împaratoriya Osmanî ve hat kirin de, gel hînê li hemberî hev tên şerkirin. Hînê tê xwestin ku rehên herikîna çand-demokratîk ên navbera gelan werin qutkirin. Piştî sed salan jî qirkirin li ser gelên Rojhilata Navîn weke gefa modernîteya kapîtalîst hînê zindî ye.
'EM BANG LI TEVAHIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN DIKIN KU BI PAŞEROJA XWE YA BI ÊŞ RE RÛBIRÛ BIBIN'
Di salvegera 100. de em qirkirina li hemberî gelên Ermenî û Asûrî-Suryanî hat kirin lanet û şermezar dikin. Bi van komkujiyan re di nava gel û olan de dijminatî û birînên kûr ên pêçandina wan zehmet e, hat vekirin. Ji ber vê yekê, tevî ku 100 sal di ser re derbas bûye jî rûbirûbûna bi heqîqetan re, bingeha herî qewîn a yekgirtina demokratîk, aştî û dostaniya navbera gelan e. Anatolî, Mezopotamya û Rojhilata Navîn a her kes dijminê hev e, bi hev re şer dike, ji her şêwe destwerdan û desthiltadariyê re guncaw bûye.
Halbûkî gelan her tim rê û rêbazên jiyana bi hev re ya cihêrengiyan dîtine. Bi rêxistinbûyînên demokratîk û konfederal re gelên Rojhilata Navîn ên qedîm bi dîroka xwe re nîşan dane ku dikare bi hev re li ser bingeha aştî û biratiyê bijîn. Rojava ku Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û gel û baweriyên cuda lê dijîn, bi rewşa xwe ya alternatîfa demokratîk re, lez daye herikîna demokratîk û çandî ya li Rojhilata Navîn. Eger gelê bira yê Ermenî yekîtiya demokratîk a bi gelên li herêmê re ya li ser bingeha Rojhilata Navîn a demokratîk xurt bike wê hemû polîtîkayên qirkirinê vala derkevin. Di salvegera 100. de em xwişk û birayên xwe yên Ermenî û Asûrî-Suryanî yên li qirkirinê rast hatine bi rêzdarî bibîr tînin û bang li tevahiya gelên Rojhilata Navîn dikin ku bi vê dîroka bi êş û encamên wê re rû bi rû bimînin, li dijî her şêwe polîtîka û gefên qirkirinê bisekinin û têkoşîna demokrasî û aştiyeke bi vîn û zane, xurt bikin."