‘Li Denîzliyê li dijî passaolîge û wêrankirina derdorê; HDP’

Banga ‘jiyana nû’ ya HDP’ê bersiva xwe dibîne. Yek ji mînak herî xweş a vê jî namzetên HDP’ê yên Denîzliyê ne. Namzet ji ANF’ê re axivîn.

Yek ji bajarên ku rêza yekem dane jinê Denîzlî ye. Namzeta rêza yekem Perîhan Uge bi salan têkoşîna sendîkal da, piştre parêzerî kir. Uge got ku li Denîzliyê jinan di HDP’ê de ew hembêz kirine û got: “Wê fêm bikin ku jin in.  Di her pêngava wê de keda jinê heye. Her gotina jinekê wê dilê me de be.”

EM Ê DEST BIDIN HER KESÎ

Uge bi lêv kir ku li Denîzliyê gelên cuda dijîn û wiha berdewam kir: “Em ê dest bidin van mirovan. Em kesê cuda nabînin, em kesê nakin yek tîp, her kes wê xwe îfade bike. Wê ziman, ola xwe azad bijî. Cihê ku deng bide wan HDP ye. Ji ber em girîngiyê didin rêxistibûna sivîl. Em girîngiyê didin sendîkayan.  Em girîngiyê didin piştevaniya jin û ciwanan.”

EM Ê TÊKOŞÎNA EKOLOJÎK BIBIN MECLÎSÊ

Emîne Yalçin mamosteya Îngîlîzî ya teqawît e. Tevî nasnameya xwe ya siyasî, ekolojîst e.  Yalçin yek ji damezrînera Weqfa Derdor û Xwezaya Denîzliyê ye. Yalçin da zanîn ku ji ber li Denîzliyê sektora înşaetê li pêş e, sanayîbûn li ser erdên çandiniyê ava bûye. Yalçin wiha berdewam kir: “Darbeya herî mezin a li xwezayê hatiye xistin HES’in. Em teqez li dijî enerjiya Nukleerê ne. Em jiyana zindiyên din diparêzin. Ji ber têkildarî xwezayê de tiştekî di HDP’ê de kêm e nabînim. Ez ê têkoşîna ekolojîk bi hevkariya HDP’ê bibim meclîsê.”

JIYANA NÛ WÊ CIWANAN PÊŞDE BIBE

Ayfer Înran ji Şax a Wanê ye. Malbata wê destpêkê koçî Manîsayê kiriye, piştre koçî Îzmîrê kiriye. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Îzmîrê temam kiriye. Li Zanîngeha Denîzliyê beşa muhasebeyê xwendiye. Înan got: “Ez bang li ciwanan dikim. Jiyana nû hûnê pêşde bibin. Em dibêjin ku; em di jiyana nû de, bi hev re bin. Deng bînin.”

PAŞEROJEK DEMOKRATÎK A DENÎZLIYÊ HEYE

Ahmet Turan ji Dihê ya Sêrtê ye. Parêzer e. Turan got ku her tim bi siyasetê re eleqedar bû û wiha berdewam kir: “Ez wek Kurdekî her tim di nava siyasetê de bûm. Ev ne tercîhek bû. Ji ber bûyerên hatin jiyîn, siyaset li min ferz kir. HDP soza jiyana nû dide. HDP partiyeke li navenda mirovahiyê ye. Her kes bi rehetî dikare xwe îfade bike. Hemû aliyên bindest dikarin xwe di HDP’ê de bibînin.”

EZ PIRSGIRÊKAN DIZANIM, JI BER VÊ DI HDP’Ê DE ME

Dîlaver Selman ji Agirî yê. Ev 30 sal e li Denîzliyê ye. Selam da xuyakirin ku heta derfetên wî hebin wê mafên gelên bindest biparêzin û ji bo van mafan wê têbikoşin. Selam wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez wek gel ji ber pirsgirêkên gelan dizanim, min biryar da ku di HDP’ê de siyasetê bikim. Ez ê van têkoşînan li vir bidomînim. Dema min li Denîzliyê dixwend, di lêgerînekê de polîsan dît ku ez ji Agiriyê me. Ez bi saetan dan sekinandim. Ji bo ev pirsgirêk neyên jiyîn ez li vir têdikoşim. Pirsgirêka bendê ya HDP’ê nîne.”

ROJ WÊ HEMÛ KESÎ GERM BIKE

Yunus Ozdemîr ji Dihê ya Sêrtê ye. Ozdemîr bi lêv kir ku ji dema HADEP’ê heta niha di siyasetê de aktîf cih digire û wiha berdewam kir: “Di Tevgera Siyasî ya Kurd de guherînek perspektîfê çêbû. HDP ne tenê azadiya Kurdistanê, azadiya hemû Tirkiyeyê diparêze. HDP’ê hemû gel hembêz kirin. Roja ku 8’ê Hezîranê de hilbê, wê hemû gelan germ bike.”

Ozgur Çavuşoglu ji Denîzliyê ye û ji 1992’an heta niha di siyasetê de aktîf cih digire. Çavuşgolu endamê Koma Alîgirên Yek Kulm e û got: “HDP partiya hemû kesî ye. Ne tenê partiya mirovan, a hemû xweza û zindiyan e.  Partiyek ciwan e û ji bo hînkirinê jî vekiriye. Girîngiyê dide jin û ciwanan.”

...